Hevrêyên xwedî jiyana mînak bûn

Pêncşem 6 Mijdar 2025 - 03:55

  • HPG-NRÇ’ê nasnameya 10 gerîlayên şehîd eşkere kir û got:“Bi helwestên xwe yên bibiryar a li ser xeta fedayî yê Apoyî û bi îradeyên xwe yên xurt, mîrateyeke mezin a têkoşînê ji me re hiştin.”

HPG-NRÇ’ê nasnameya 10 gerîlayên şehîd eşkere kir. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) derbarê gerîlayên şehîd ev tişt diyar kir:“Em hevrêyên xwe, Sara Firat, Hawar Amed, Ferman Amed, Egîd Kerboran, Çekdar Hanî, Rojhat Tendurek, Poyraz Serhildan, Rûbar Kanî, Ronî Çarçela û Zagros Serdar ên di têkoşîna sala 2017’an de li herêmên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Di serdemekî ku operasyonên tasfiyekirina Tevgera me û herîsandina gelê me zêde bû de, hevrêyên me yên ku li herêmên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê têdikoşiyan, li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi ruhê fedayî şerkirin. Hevrêyên me yên ku kêliyek jî li hemberî konsepta îmhayê ya dewleta Tirk dudilî nebûn, di şert û mercên herî zehmet de jî di nava lêgerîn û parastina hebûna gelê me de bûn. Hevrêyên me bi jiyanên xwe yên mînak, têkîliyên xwe yên xurt, israra li ser taktîkên serdemê, helwestên xwe yên bibiryar a li ser xeta fedayî yê Apoyî û bi îradeyên xwe yên têknaçe, mîrateyeke mezin ê têkoşînê ji me re hiştin.

Em soz didin ku em ê bîranîna hevrêyên xwe ku hêrsa xwe ya li hemberî dijmin li her qadê veguherandin çalakiyê û yekane xeyalên wan afirandina jiyan û welatekî azad bû, her tim bidin jiyîn û hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bû minetdarî bi bîr tînin.

Agahiyên nasnameya hevrêyên me yên gihîştine şehadetê wiha ne:

Sara Firat (Nursel Aşkin), li Dêrsimê jidayîk bûye, 20’ê Sibata 2017’an li Zapê şehîd bû.

Hawar Amed (Selahaddîn Eskerî), li Sine jidayîk bûye, 20’ê Sibata 2017’an li Zapê şehîd bû.

Ferman Amed (Lokman Çîftçî), li Wanê jidayîk bûye, 20’ê Sibata 2017’an li Zapê şehîd bû.

Egîd Kerboran (Zeynel Abîdîn Kaya), li Mêrdînê jidayîk bûye, 28’ê Gulana 2017’an li Avaşînê şehîd bû.

Çekdar Hanî (Hasan Opçîn), li Amedê jidayîk bûye, 28’ê Gulana 2017’an li Avaşînê şehîd bû.

Rojhat Tendurek (Nurullah Gumuş), li Wanê jidayîk bûye, 28’ê Gulana 2017’an li Avaşînê şehîd bû.

Poyraz Serhildan (Mehmet Saît Temel), li Mêrdînê jidayîk bûye, 13’ê Gulana 2017’an li Zapê şehîd bû.

Rûbar Kanî (Rizgar Ekîncî), li Amedê jidayîk bûye, 13’ê Gulana 2017’an li Zapê şehîd bû.

Ronî Çarçela (Îlhan Soydan), li Colemêrgê jidayîk bûye, 16’ê Gulana 2017’an li Zapê şehîd bû.

Zagros Serdar (Yunus Bîlgî), li Amedê jidayîk bûye, 16’ê Gulana 2017’an li Zapê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.