- Dîrok 5’ê Hezîrana 1982, cih Kelha Arnone. 11 şoreşgerên PKK’yî ku ji aliyê şoreşgerên Filistînî yên wê demê ve weke “Qehremanên Arnonê” û “Şêrên Beyrûtê hatin bi nav kirin, di êrişên Îsraîlê yên li ser Keleha Arnonê ya ku Filistîniyan weke kamp bikar dianîn, şehîd bûn.
Di salên 1980’yan de bi dehan endamên PKK’ê ji bo ku ji tecrûbeyên Filistîniyan sûd werbigirin di hevgirtina enternasyonalîst a li dijî dagirkeriya Îsraîl û têkoşîna azadiya Kurd de, tevlî nava refên Filistînê bûn. PKK’yiyên ku li Lubnanê li kampeke Filistîniyan perwerdeyê dibînin, ji bo gelê Filistînê yê bindest jî têdikoşin. Îsraîlê di 3’ê Hezîrana 1982’an de li başûrê Lubnanê bajarên Nabatiye, Sayda û Sûrê dest bi êrişên hewayî kir û di 5’ê Hezîranê de jî li dijî Lubnanê dest bi operasyona bejayî kir. Hedefa destpêkê ya êrişa hewayî û bejayî Keleha Arnonê ye ku li Deşta Nabatiyeyê ye û weke ‘Nuqteya Çavdêrikirina Îsraîlê’ hatibû binavkirin. Ev keleha ku li nêzîktirîn nuqteya sînorê Îsraîlê Geliyê Lîtanê ye, ku herêma herî çiyayî ya Lubnanê ye û ber bi Behra Sipî ve vedibe, di destê berxwedêrên Filistînê de ye. Di dema ku 10 şoreşgerên PKK’ê li gelek eniyên şer bi taybet li Keleha Arnonê ku ji aliyê girîngiya xwe ya stratejîk ve bû hedefa yekemîn şehîd bûn. Salek beriya vê êrişê ango di 2’yê Gulana 1981’an de ji aliyê artêşa Îsraîlê ve di encama êrişeke topyekûn ya topbaranê de endamê PKK’ê yê bi navê Abdulkadir Çubukçu jî şehîd bûbû. Abdulkadir Çubukçu yekemîn şehîdê PKK’ê yê li Rojhilata Navîne.
Şêrên Beyrûdê Lehengên Arnonê
Keleha Arnonê keleheke ku ji dema Seferên Xaçperestan maye. Keleha Arnonê ku di dema şerê Îsraîl û Lubnanê de veguherî kampeke Filistîniyan, li herêmê bi navê Şeqîf Arnûn tê zanîn. Di dema şerê Îsraîl û Lubnanê de şoreşgerên Kurd li vê kampê diman. Ji bilî şoreşgerên Kurd, şervanên Filistînî û Lubnanî jî di kelehê de mane. Rojek piştî ku bombebaranê ku di 3’ê Hezîrana 1982’an de destpê kir, şervanan hewl dan ku ber bi bajarê Sidonê yê peravê ve bi paş ve biçin, lê li gundewarê başûrê Lubnanê zêdetir windahî çêbûn. Îro jî nayê zanîn di vê êrişê de çend kesan jiyana xwe ji dest dane. Di vî şerî de û di dema vekişîna ji kelehê de 10 PKK’yî şehîd bûn. Ev koma PKK’yî ya biçûk lê bi biryar, berxwedaneke dîrokî kirin. Filistînî ji ber berxwedana leheng a di şer de ev PKK’yiyên ku şehîd ketine weke ‘Şêrên Beyrûdê’ û ‘Lehengên Arnonê’ pênase dikin.
Berxwedana dîrokî ya dîlên PKK’ê
15 PKK’yiyên ku di vî şerî de sax man jî ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatin girtin û birin kampa Ensarê ya ji aliyê Îsraîlê ve li xaka Lubnanê hatiye çêkirin. Di nava vê koma PKK’yiyên dîl hatibûn girtin de, endamên pêşeng yên PKK’ê Sabrî Gozubuyuk, Mustafa Nazif Aktaş, Seyfettin Zogurlu, Kazım Surgeç, Seyfettin Ozen jî hene. Ji dema ku girtiyên PKK’ê hatin girtin heta roja hatin berdan berxwedaneke layiqî şoreşa Kurdistanê nîşan dan.
Nêzîkî 1000 girtiyên ku di nav wan de PKK’yî jî hene wê bi balafirên rêwiyan bibirana Cezayîrê. Lê di dema rawestgeha xwe ya li Yewnanîstanê de, esîrên Kurd xwe bi zincîran bi kursiyên balafirgehê ve girê didin û daxwaza penaberiyê kirin. Daxwaza PKK’yiyan piştî demekê hat qebûlkirin. Hinek ji wan çûn Kurdistanê, hinek jî çûn Ewropayê û têkoşîna xwe dewam kirin. Yek ji van şoreşgeran Seyfettîn Ozen jî cihê xwe di Pêngava 15’yê Tebaxê ya di sala 1984’an de pêşxist, girt. Seyfettin Ozen piştî salekê şehîd bû. Kazim Surgeç (Yilmaz) di 22’ê Tîrmeha 1985’an de li Sêrtê Berwarî, Sabrî Gozubuyuk (Haci) jî di 21’ê Gulana 1985’an de li Rihayê şehîd bûn. Herwiha Mustafa Nazîf Aktaş (Celal Yoldaş) di 23’yê Kanûna 1985’an de li Parîsê ji aliyê komên şovenîst yên nîjadperestên Tirk ve bi awayekî plankirî hate qetilkirin. Seyfettîn Zogurlu di sala 1986’an de di şer de şehîd bû.
Nasnameyên 11 şoreşgerên Kurd yên şehîd bûne wiha ne:
Velî Çakmak bi nasnav Ferhan, di sala 1960 de li Dêrsimê hatiye dinê.
Îsmet Ozkan bi nasnav Xalid, di sala 1962’an de li Pirsûsê hatiye dinê.
Kemal Çelîk bi nasnav Rûstem di sala 1956’an de li Xarpêtê hatiye dinê.
Mehmet Atmaca bi nasnav Xelîl, di sala 1957’an de li Rihayê hatiye dinê.
Emîn Yaşar bi nasnav Hesen, di sala 1960’an de li Hezoyê hatiye dinê.
Mustafa Marangoz di sala 1961’an de li Çermikê hatiye dinê.
Îrfan Ay bi nasnav Abdullatîf Musa di sala 1963’an de li Amedê hatiye dinê.
Şerîf Aras, di sala 1957’an de li Dêrik-Hoboşîyê hatiye dinê.
Sahabettîn Kurt bi nasnav Xalid, di sala 1962’an de li Nisêbînê hatiye dinê.
Abdullah Kumral bi nasnav Yûsûf, di sala 1955’an de li Rihayê hatiye dinê
Abdulkadir Çubukçu, di sala 1958’an de li Hezoyê hatiye dinê.
Rihê Filîstînê li Rojava zindî ye
Berxwedana 11 PKK’yiyên ku di nava 42 salan de bûne sembola hevgirtina gelên Kurdistan û Filistînê, bi xebatên cûr bi cûr derbasî nifşên nû dibe. Di van pêvajoyan de tovên yekemîn yên dostaniya bi gelê Ereb re li Rojava hatin çandin. Di têkoşîna enternasyonalîst de şoreşgerên Kurd yên li dijî Îsraîl yên li Lubnanê bi pêşengiya Şoreşa Rojava ji gelek welatên cîhanê, ji Îtalyayê heta Amerîkayê, ji Şîlîyê heta Elmanyayê, mêvandariya enternasyonalîstên şoreşger yên li Lubnanê dikin. Hêzên QSD’ê ku di heman demê de bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hatiye avakirin, gelê Kurd, Ereb, Suryanî û bi sedan şervanên ji welatên din dike yek û li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên barbar têkoşîna demokrasî û azadiyê dimeşîne.
ROJNEWS/FEYRÛZ ÎSMAÎL