Li Bonnê bibîranîna çar şehîdan

Sêşem 11 Mijdar 2025 - 03:25

Li bajarê Bonn ê Elmanyayê Nûcan Gabar, Dijwar Nûrheq, Întîqam Qendîl û Brûsk Hejano hatin bîranîn. Şervana YPJ'ê Nûcan Gabar (Yara Mistefa) ku 13'ê Çileya 2025'an li berxwedana Bendava Tişrînê şehîd bû, Dijwar Nûrheq (Hisên Nebhen) ku 24'ê Tebaxa 2024'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, şervana Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Întîqam Qendîl (Ebdunûr Ekrem Îsa) ku 4'ê Cotmeha 2025'an şehîd bû û Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Brûsk Hejano (Şêrko Mistefa) ku 2'yê Mijdarê li Kobanê di operasyona li dijî bazirganên narkotîkê şehîd bû, li bajarê Bonn ê Elmanyayê bi çalakiyekê hatin bîranîn.

Merasîm li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk pêk hat û malbatên şehîdan, nûnerên Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW), nûnerên Meclîsên Gel ên Bonn û Durenê û gelek Kurdistanî tevlî bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê bi navê KOMAW'ê Şenge Kahraman axivî. Bi navê Civaka Êzidî jî Şêx Omer axivî û li ser asta heyî ya têkoşîna gelê Kurd û rol û berdêlên şehîdan a di nava vê têkoşînê de axivî.

Bîranîn bi nîşandana belgesela li ser jiyan û têkoşîna şehîdan bi dawî bû.

ANF / BONN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.