Ew bûn gerîlayên jêhatî û dilpak
Sêşem 11 Mijdar 2025 - 03:55

- HPG-NRÇ’ê nasnameya 5 şehîdan eşkere kir û got:“Bi kesayetên xwe yên fedaî ji bo azadiyê, ji me re mîrateyek mezin a têkoşînê hiştin.”
HPG-NRÇ’ê nasnameya 5 şehîdan eşkere kir. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) derbarê gerîlayên şehîd ev tişt diyar kir:“Em hevrêyên xwe Laşer Gever, Arvîn Baz Amed, Arjîn Besra Varto, Delîla Amed û Adil Bilikî ên ku li herêma Metîna dema li ser peywirê xwe bûn di 30’yê Îlona 2024’an de di êrîşa artêşa Tirk de gihiştin şehadetê, bi hurmetî û minetdarî bibîr tînin. Hevrêyên me Laşer, Avrîn, Arjîn, Delîla û Adil ji bo bibin hêviya azadiya gelê me tevlî nava refên PKK’ê bûn. Li çiyayên Kurdistanê xwe bi îdeolojiya Apoyî jinûve avakirin û bûn şoreşgerên profesyonel. Wan, ji bo ku ji doza azadiya gelê me re pêşengî bikin, bi fedekariyek mezin tevlî bûn û bi hezkirinek mezin çûn ser her peywirê. Bi coş û moraleke mezin tevlî xebatan bûn. Ruhê milîtanên Apoyî di kesayeta xwe de serwer kirin û bûn gerîlayên jêhatî û dilpak. Li ser gerîlatiya modernîteya demokratîk lêhûrbûn, bi hewldan û dilsozî gihiştin asteke bilind. Di salên têkoşînê yên zehmet de bêyî dudilî berpirsyarî hildan ser milên xwe û li dijî êrîşên dijmin li ber xwe dan. Li dijî dewleta Tirk a ku dixwest îradeya Gerîlayê Azadiya Kurdistanê bişkîne û êrîşên qirker li ser gelê me pêk bîne, wan bi sekn û tevlîbûna xwe îradeya Apoyî ya serketinê îsbat kirin. Di şert û mercên herî giran de jî wan li pêşiya tevlîbûna xwe tu astengî nasnekirin û serketin esas girtin. Wan bi tevlîbûna xwe û sekna xwe mîrateyek mezin a têkoşînê ji bo me hiştin. Em soz didin ku em ê têkoşîna hevrêyên xwe mînak bigirin û ala têkoşînê ya ku wan dewrî me kiriye, bi serketinê tacîdar bikin. Bi vê baweriyê em di serî de sersaxiyê ji malbatên wan ên hêja û hemû gelê xwe yê welatparêz re dixwazin. Agahiyên nasnameya hevrêyên me yên gihîştine şehadetê wiha ne:
Laşer Gever (Emîrcan Oztunç), li Colemêrgê jidayîk bûye, 30’ê Îlona 2024’an li Metîna şehîd bû.
Arvîn Baz Amed (Zîlan Bayer), li Kayserî jidayîk bûye, 30’ê Îlona 2024’an li Metîna şehîd bû.
Arjîn Besra Varto (Hasîbe Karataş), li Mûşê jidayîk bûye, 30’ê Îlona 2024’an li Metîna şehîd bû.
Delîla Amed (Zîndan Temîz), li Amedê jidayîk bûye, 30’ê Îlona 2024’an li Metîna şehîd bû.
Adil Bilikî (Lokman Urun), li Şirnexê jidayîk bûye, 30’ê Îlona 2024’an li Metîna şehîd bû.
BEHDÎNAN















