- Zimanê kurdî ne tenê ji bo kurdan ji bo tevahiya mirovahiyê nirxekî herî qedîm, giranbiha û bêhempa ye; ji gelek milan ve makezimanê gelek zimanên ku niha li ser rûyê cîhanê dijîn e; jêderk û çavkaniya gelek zimanên din e; makezimanekî sereke û bingehîn e.
- Dagirkerên li Kurdistanê bi sedan sal e ji her milî ve û bi gelek rê û rêbazên wek tunehesibandin, qedexekirin, pişaftin, dorpêçkirin, dortengkirin, helandin û jiholêrakirinê hewl didin ku zimanê kurdî tune bikin.
Ji bo ku zimanê kurdî bibe xwedî statü, bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê û li her derê Kurdistan û cîhanê belav bibe, divê kurd bi giyanê seferberiyê bi bixebitin, bi hişmendî û nêzîkatiyeke strajejîk têkoşîn û xebatên zimanê kurdî bimeşînin.
HAVAR DERYA
Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî di 17’ê Mijdara 1999’an de ji aliyê UNESCO’yê ve wek 21’ê Sibatê hat ragihandin. Kurd ji ev rojê wekî Roja Zimanê Kurdî pîroz dikin. Li hemberî vî pîroz kirinê devletên ku li ser gelê kurd serdest in daxwazên kurd an bi înkar û qedexeyan re pêşwazî dikin. Lê ew salên dawî de gelê kurd bi kampanyayên ku ji bo ziman lidarxistine hişyarîyek di nav gel de derxistine holê. Ji bo ku vê mijarê binirxîne me ronakbîrî kurd birêz Heval Dilbahar pirsî.
Di serê de roja 21’ê Sibat’ê ya zimanê dayik ji te û hemû kurdîhezan pîroz dikim. Bi mabesta vê rojê em diwxezin derheqê zimanê kurdî de hest û nirxandinên te guhdar bikin. Gelo zimanê dayikê ji bo te çi ye? Zimanê dayikê ji bo gel û neteweyekê divê çawa bê nirxandin?
Li ser vê mijarê bi hezaran lêkolîn û vekolînên zanistî pêk hatine. Herwiha bi hezaran çavkanî û berhemên nivîskî hene. Ji ber ku li ser rûyê vê gerdûnê mijareke herî girîng a jiyanî û civakî zimanê dayikê ye. Em jî niha dikarin bi sedan rûpelan bersîva vê pirsê bidin lê bi kurtasî em dikarin bibêjin ku zimanê dayikê nirx, hêman, remz, nîşane û nasnameya bingehîn û jêneger a hebûn, xwebûn û xweserbûna kom, gel, civak û neteweyekê ye; nirxê wan ê hevpar ê herî bêhempa ye, hêmana bingehîn e ku wan ji yên din cuda dike. Gehwera laş û dilê wan, hiş, bîr û giyanê wan e; diyardeya bingehîn e ku kesayeta wan, liv û lebatên wan, derûniya wan, têkiliyên wan ên dualî, piralî û civakî, çand û hunera wan, kurt û kurmancî her kêlî û qada jiyana wan bi awayekî diyar dike, reng û dirûvê xwe dide.
Neteweyek çawa ku bêyî zimanê xwe yê dayikê nikare xwe saz bike û hebûn û xwebûna xwe pêk bîne, xwe biparêze û nû bike nikare rasteqîniya xwe jî bijî û di nava demê de ji aliyê hêz û derdorên serdest û desthilatdar ên ne ji xwe ve tê pişaftin, helandin û jiholêrakirin.
Di encama vê rastiyê de em dibînin ku, di mijara zimanê dayikê de têkiliyeke rasterast di navbera hebûn û tunebûn, man û neman, jiyan û mirin, welat û kom/gel/civak/neteweyekê de hene. Yek bê ya din nabe.
Ji aliyê civakî û zanistî ve hatiye sepandin ku bêziman jiyaneke hebûnî, xwebûnî û xweserbûnî ne pêkan e, ku bêzimanî ji aliyê xwebûn, xweserbûn, kombûn, gelbûn, civakbûn û neteweyîbûnê de tê wateya tunebûnê.
Rist, peywir û cihê zimanî gelek aşkera û zelal e; ziman ne tenê ziman e. Çawa ku peyvek ne tenê hêmaneke hevokekê ye û ji wê gelek zêdetir û wêdetir e, ziman jî ne tenê amûrekî ragihandin û pêkanîna têkiliya di navbera mirovan de ye, ji wê û ji xwe gelek zêdetir û wêdetir e.
Em dikarin bibêjin ku her zimanek gerdûnek e, dîrokek e, jiyanek e û çîrokek e ku çavkaniya vegotina hemû gerdûn, dîrok, jiyan û çîrokan e. Hêmana herî bingehîn û xweser a ku kom, gel, civak û neteweyekê ji yên din cuda dike ziman e. Hemû kod û razên wan ên ji gelek milan ve di nava rastiya zimanê wan de veşartiye. Tu kes, kom, gel, civak û netewe nikare bê ziman bijî û tenê bi zimanê xwe dikare hebe û xwe bi awayekî xweser/xwebûnî û gerdûnî bijî.
Zimanê kurdî ji bo kurdan û mirovahiyê tê çi wateyê?
Bêguman hemû ziman ne tenê nirxên kom, gel, civak û neteweyên xwe ne, di heman demê de nirxên bingehîn, xwemalî û xweser ên mirovahiyê ne; lê hinek ziman hene ji ber sedemên dîrokî û gelek taybetmendiyên xwe yên din ji hemû zimanan zêdetir xwedî rewşeke xwebûnî û gerdûnî ne. Zimanê kurdî jî yek ji wan zimanên herî qedîm, sereke, binirx û bêhempa ye ku dane û belgeyên lêkolîn û vekolînên piaralî yên dîrokî û zanistî yên van heyamên dawî jî vê agahiyê piştrast dikin.
Zimanê kurdî ne tenê ji bo kurdan ji bo tevahiya mirovahiyê nirxekî herî qedîm, giranbiha û bêhempa ye; ji gelek milan ve makezimanê gelek zimanên ku niha li ser rûyê cîhanê dijîn e; jêderk û çavkaniya gelek zimanên din e; makezimanekî sereke û bingehîn e.
Zimanê kurdî bi serê xwe gerdûnek e. Gerdûneke ku di nava hemû gerdûnzimanên din de herî xwedî reh û geh, qedîm û dewlemend e, xweser û xwemalî; gerdûneke ku bûye jêderk û çavkaniya gelek gerdûnên din, bandoreke mezin li ser hebûn, pêkhatin, xwebûn û xwejiyîna wan kiriye…
Beriya her tiştî divê em baş bizanin ku mijara zimanê kurdî di heman demê de bi têkoşîna azadî û rizgariya kurd û Kurdistanê re rasterast têkildar e, parçeyek ji wê ye. Helbet parçeyekî ku di asta diyarker de xwedî rist û girîngiyê ye. Azadî û serbestiya kurdî azadî serbestiya kurd û Kurdistanê ye. Zimanê kurdî ji gelek milan ve kurd û Kurdistanê di nava xwe de vedişêre; rewşa wan diyar dike.
Herwiha divê em bi taybetî destnîşan bikin ku zimanê kurdî qasî vejen û zerengiyeke mezin a bîr, hiş, giyan, çand, felsefe û jiyaneke xwebûnî, xwemaliyeke gerdûnî û xweseriyeke azad dihewîne bi heman rengî ya gerdûnîbûneke xwezayî, xweser û xwemalî jî di nava xwe de dihewîne. Ji ber ku zimanê kurdî ji aliyê kok, reh û gehan ve bi gelemperî di serdema civaka xwezayî de û li ser bingeha bîr, bawerî, hişmendî û felsefeya xwebûnî û gerdûnî ya mîtraîzmê hatiye honandin, ristin, raçandin û sazkirin; ku mîtraîzm bi destê jina kurd li deşt û zozan, dol û gelî, şikeft û şikêr, dehl û daristan, berwar û navserên Zagrosan zaye û li gelek cihên cîhanê belav bûye û di roja me de rasterast xwe di felsefeya û ramanpergala Tevgera Azadiya Kurdistanê de dide jiyandin. Em bi zanebûneke kûr û hûr dikarin bibêjin ku azadî û rizgariya kurdan a xwebûnî û gerdûnî di raz û rezên zimanê kurdî de veşartî ne.
Ji ber van rastiyan em bi taybetî diyar dikin ku zimanê kurdî ne tenê zimanê kurdî ye; nirx û hêmana bingehîn a em kurd wek netewe heta îro anine, wek netewe parastine û li ser piyan girtine zimanê kurdî ye. Zimanê kurdî, hêmana bingehîn û jêneger a bûn, hebûn, xwebûn, rûmet, nasname, dayik, dergûş, welat, dil, hiş, bîr, giyan û laşê me yê jiyanî, çandî, civakî, neteweyî, xwezayî, xwebûnî û gerdûnî ye.
Belê, zimanê kurdî ji bo me neteweya kurd sedema man û nemanê ye, xeta kurdan a herî sor e, pîvana herî li jor e.
Devletên ku li ser Kurdistanê serdestin ji aliyê zimanê kurdî de bandorek çawa dileyizin?
Divê em bi taybetî destnîşan bikin ku her cureyê dagirkeriyê li ser hebûna xwe ya teqez û li ser tunebûna ‘yên ne ji xwe’ hatiye honandin û sazkirin; ku hebûna dagirkeriyê sedema tunebûna hemû nirxên xwecihî û xwemalî ne. Ji ber vê her cureyê dagirkeriyê hovîtiyeke ji her milî ve bi xwe re tîne. Lewre, dagirker dixwazin her tişt wek a wan be. Her tiştî ji gehwera wê vala bikin û bişibînin xwe, wek xwe lêkin. Tiştên ku wek a dilê wan nebe yan bi gelek rê û rêbazên cuda dest diavêjinê û diguherînin, wek a dilê xwe dikin, an jî dema ku li gel hemû hewldanên wan li gor a dilê wan çênebe ji holê radikin, tune dikin.
Helbet dagirker çend xwedî hişmendî û pergaleke dewletbûyîn û desthilatdarbûyîneke dijwar û hişk bin hovîtiya wan hind zêdetir dibe. Dagirkerên herî zêde xwedî qesr û keleh û birc û artêş herî zêde qirker, tevkujer wehş û hov in. Em vê yekê di rastiya dagirkeriya Kurdistanê de gelek zelal dibînin. Di dîrokê de dagirkeriyeke wiha hov nîn e.
Dagirkerên li Kurdistanê ji destpêkê heta niha armanc kirine ku kurd û Kurdistanê ji her milî ve ji holê rabikin ku navê kurd û Kurdistanê heta hetayê neyê gotin. Bêguman dagirker gelek baş pêhesiyane ku ev yek bi jiholêrakirina zimanê kurdî pêkan e. Wan baş zaniye ku heta ku zimanê kurdî li ser rûyê vê gerdûnê hebe kurd û Kurdistan jî ji holê ranabin; ji ber vê gelek aşkera hewldanên jiholêrakirina zimanê kurdî armanca jiholêrakirina kurd û Kurdistanê di nava xwe de vedişêre. Li ser bingeha vê rastiyê dagirkerên li Kurdistanê bi sedan sal e ji her milî ve û bi gelek rê û rêbazên wek tunehesibandin, qedexekirin, pişaftin, dorpêçkirin, dortengkirin, helandin û jiholêrakirinê hewl didin ku zimanê kurdî tune bikin.
Armanca dagirkeran herçiqas ji ber qedîmbûna zimanê kurdî, gelek sedemên din ên dîrokî û bi taybetî jî têkoşîna bêhempa ya gelê kurd a van 50 salan heta niha pêk nehatibe û bi ser neketibe jî sed heyf û mixabin li gelek cihên Kurdistanê pişaftin û helandin bi pêş ketiye; ku dagirkeran hê jî dest ji vê armanca xwe bernedane, tenê rê, rêbaz, şêwaz û amûrên xwe guherandine.
Helbet çawa ku her zimanek gerdûnek e, hewldana jiholêrakirina her zimanekî jî hewldana jiholêrakirina gerdûnekê ye; ku ev hovîtî sûcekî herî rûreş û bêbext ê li dijî mirovahî, xweza û makegerdûnê ye.
Li gor belgeyên saziyên navneteyewî di cîhanê de zêdeyî % 40 ziman li ber xetereya windabûnê ne. Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî gelek gelek ziman hene. Lê zimanên ku tên axaftin roj bi roj kêm dibin. Di vê xalê de rewşa zimanê kurdî çi ye?
Ji vegotinên me yên li jor jî diyar e ku di dîrokê de neteweyeke ku ji aliyê dagirkeran ve herî zêde rastî tevkujiyên cur bi cur hatiye kurd in. Bi taybetî bi armanca jiholêrakirina kurd û Kurdistanê, herî zêde û bi taybetî kurdîkujî bi pêş ketiye. Anku dagirkeran beriya her tiştî û bi taybetî hewl dane ku zimanê kurdî û nirxên kurdewar ên xwebûnî, xweser û xewmalî ji holê rakin. Bi vê armancê li Kurdistanê di asta hovîtiyeke herî hov de li ser zimanê kurdî û nirxên kurdewar ên neteweyî tunehesibandin, zext, zordarî, qedexe, dorpêçkirin, pişaftin, helandin û jiholêrakirin pêk hatine.
Kurt û kurmancî hovîtiyên li ser ziman û nirxên kurdewar bi awayekî nûjenkirî û rojanekirî hê jî berdewam dikin.
Sed mixabin û hezar heyf ku ligel qedîmbûna zimanê kurdî û têkoşîneke bêhempa ya bi dehan salan e rewşa zimanê kurdî li bakurê Kurdistanê di nava xetereyeke mezin de ye. Di roja me de, ne tenê li bajarên bakûrê Kurdistanê, li mezra û gundên li bakurê Kurdistanê jî jiyana kurdî û kurdewar li bin xetereye mezin a dorpêçkirin, sînordarkirin, helandin û jiholêrakirina dagirkeran de ye. Pişaftin û helandin êdî li her derê belav bûye û tê xwestin ku ev rewş bê ‘normalîzekirin’ û ‘entegrasyon’eke kurdkujer pêk bê. Helbet dema ku rewş ewqas kambax û dilsotîner be bersîva pirsa ‘divê kurd ji bo zimanê xwe çi bikin’ û pêkanîna pêwîstiyên wê ji bo kurdan ji hemû tiştî girîngtir û lezgîntir e.
Belê, divê kurd ji bo zimanê dayika xwe çi bikin? Ji bo ku li bakurê Kurdistanê zimanê kurdî nehele, ji holê ranebe û bibe xwedî statuyeke fermî û li her derê bê bikaranîn divê kurd çi bikin, têkoşîn û polîtîkayeke çawa bi pêş bixin?
….têkoşîn û xebatên kurdî tenê bi çend saziyên kurdî, kes û derdorên ku bi taybetî xebatên kurdî dimeşînin naçe serî, bi ser nakeve. Têkoşîn û meşandina xebatên zimanê kurdî erk û berpirsyariya me hemû kurdan û mirovahiya birûmet e.
Em aşkera û zelal bibêjin ku; di rewşeke ku nirxekî herî qedîm, giranbiha û pîroz ê xwebûnî û gerdûnî zimanê kurdî di dorpêçkirina kujiyê de ber bi tunebûnê ve tê kaşkirin û hewl tê dayîn ku ji holê bê rakirin de, kî be bila bibe, niyet çi be bila bibe, kurdeke/î ku ji bo parastin û pêşxistina zimanê kurdî her dem û li her derê di nava hewldanê de nebe, kedekê nede, têkoşîn û xebateke piralî, şênber û domdar nemeşîne, ne tenê rûreş, şîrheram, bêbext û xwekuj e, di heman demê de hevpara/ê kurdîkujiyê ye; kujera/ê ziman, mak, netewe û mirovahiya xwe ye. Mirov biêşîne jî rastî ev e û divê em ji vê rastiyê nerevin, ji nedîtî ve neyên, ji bo ku nekevin rewşeke wiha dilsotîner an jî xwe ji rewşeke wiha dojehî rizgar bikin çi pêwîst be pêk bînin.
Divê em kurd berî her tiştî vê rastiya xwe baş bizanibin û hişmendiya xwe ya li ser zimanê xwe li gor vê rastiyê ava bikin û ji niha û pê de ji her demê zêdetir û wêdetir li zimanê xwe xwedî derkevin û ji bo serketin û serfiraziya zimanê xwe têbikoşin.
Li ser vê bingehê; di serî de Tevgera Azadiya Kurdistanê, hemû tevger, partî, kom, sazî, platform, însîyatîf û derdorên ku li ser navê kurdan tevdigerin; hemû rewşenbîr, nivîskar, hunermendên kurd û hemû gelê kurd û tevahiya mirovahiya birûmet divê li dijî kurdîkujiyê di asta herî jor de têkoşîneke bêhempa ya parastin û pêşxistina kurdî her kêliyê û li her qadê bilindtir, kûrtir û firehtir bikin; hewara zimanê kurdî û nirxên kurdewar bibihîsin, ala têkoşîna parastin û pêşxistina zimanê kurdî li her derê bilind bikin, ji bo vê pêşengiyê bikin.
Bi awayekî şênber; ji bo ku zimanê kurdî bibe xwedî statü, bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê û li her derê Kurdistan û cîhanê belav bibe, divê kurd bi giyanê seferberiyê bi bixebitin, bi hişmendî û nêzîkatiyeke strajejîk têkoşîn û xebatên zimanê kurdî bimeşînin. Ji bo vê jî divê di serî de, divê hemû tevger, partî, kom, sazî, dezgeh, platform û derdorên kurd stratejiya xwe ya zimanê kurdî ya xweser, giştî û hevpar diyar bikin; bi awayekî bingehîn, domdar, şênber, encamgir û mayînde, plansazî, bername û karnameyên xwe yên berfireh ên cur bi cur ên navxweyî û civakî amade bikin û pêk bînin. Ji bo serketina wan, di asta herî jor de kadro û xebatkaran veqetînin, lijne, kom û saziyên xweser saz bikin, cih û warên taybet ava bikin / peyda bikin, razemenî, abori û derfetên din ên pêwîst pêk bînin; her derê bikin dibistan û zanîngehên kurdî, her tax, gund, kolan û malekî bikin kurdîgeh; zarok, ciwan, jin, mêr, ji du salî heta sed û du salî li her derê û her kêliyê kurdî hîn bibin û hîn bikin, li her derê bi kurdî biaxivin, bi kurdî bixwînin, bi kurdî binivîsin û bi kurdî bijîn.
Ji bo parastin, pêşxistin û statuzekirina zimanê kurdî divê her kurdekî li Kurdistanê û li her derê cîhanê bibe şoreşger, têkoşer û gerîlayekî zimanê kurdî; têkoşîna zimanê kurdî bi serketin û serfiraziyê tacîdar bike û ala zimanê kurdî li esmanê Kurdistan û mirovahiyê bilind bike.
Dem, li her derê Kurdistan û cîhanê, bi giyanê seferberiyê, dema bilindkirina têkoşîna zimanê kurdî û nirxên kurdewar ên giyanazad in…
Dem dema zimanê zimanê kurdî ye.
Dem dema KURDÎ-stanbûna Kurdistan û her derê ku kurd lê dijîn e.
Em bi hev re Kurdistanê û her derê ku kurd lê dijîn bikin KURDÎ-stan…