AVKAMED ava paqij bir 47 gundên Amedê
Pêncşem 11 Îlon 2025 - 15:15
- Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (AVKAMED) a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB) bi hevkariyê di 16 mehan de 47 gundên 12 navçeyan Amedê re cara yekem ava paqij girê da.
AVKAMED, bi xebatên ku 16 mehan domandiye, di dîrokê de cara yekemîn li 47 gundên 12 navçeyên Amedê re ava vexwarinê girê da. Bi vê pêvajoyê, 53 hezar metre xeta şebekeya avê hat avakirin û ji 3.452 malan re ava vexwarinê hate girêdan.
Di vê çarçoveyê de, Daireya 1'emîn li Çinarê (4 gund/67 mal), Bismilê (2 gund/423 mal), Farqînê (3 gund/185 mal), Pasûrê (11 gund/671 mal), Licê (7 gund/272 mal), Karazê (1 gund/86 mal) û Hezro (1 gund/162 mal) bi tevahî 29 gund û 1.866 şebekeya ava paqij hate girêdan. Veberhênanê herî mezin, ji ber ku çiyayên bilind û erdnigariya xwe ya dijwar li Pasurê hate kirin.
Daireya 2'yemîn jî li Gêlê (5 gund/237 mal), Erxenê (4 gund/396 mal), Hênê (4 gund/488 mal),Pîranê (3 gund/17 mal) û Çêrmûkê (3 gund/448 mal) bi tevahî 18 gund û 1.586 şebekeya ava paqij girêda.
Serokê Daireya 1'emîn a Karûbaran Suat Yavuz bal kişand ser xizmetên xwe û wiha got: “Me di her erd û her erdnigariyên dijwar de jî xebatên xwe kir û di navçeyên me de 29 gundan gihand ava vexwarinê. Ji ber ku em dizanin, gihîştina ava vexwarinê mafê jiyanê yê sereke ye.” AW/NAVENDA NÛÇEYAN