Wê Cizîr bibe bajarê jinan
Duşem 29 Kanûn 2025 - 03:05

Hevşaredara Cizîrê Guler Yerbasan Tunç da zanîn ku Cizîr ji bo bajarê jinan herêma pîlot hatiye hilbijartin û got: “Em ê Cizîrê ku bi mîrateya ji Berîvanan maye bikin bajarê jinan.”
Partiya Wekhevî û Demorkasiyê ya Gelan (DEM Partî) xebatên xwe yên demokratîk, azadiya jin û ekolojiyê esas digire bê navber didomîne. Li Amedê bi civîneke mezin ya pêk hat re DEM Partiyê biryar girt ku Amed, Nisêbîn, Gever, Artemêt û Cizîr wek bajarê jinan ji nûve ve saz bikin. Bi vê modelê mafê jiyanê yê jinan dertê pêş.
Yek ji bajarên hat hilbijartin Cizîr bû. Hevşaredara Cizîrê Guler Yerbasan Tunç der barê xebatên xwe yên ji hilbijartinên 2024’an heta niha de axivî.
Guler Yerbasan Tunç bi lêv kir ku di çarçoveya xebatên azad de xebatên jinan dimeşînin û ev tişt vegot: “Çawa em hatin ser peywirê 9 sal şûnde me midûriyeta jinan vekir. Berê ev midûriyet hatibû girtin, karker ji kar hatibûn derxisitin. Me midûriyet vekir û xebatên xwe meşand, me hevalên xwe dîsa girtin kar.”
Guler Yerbasan Tunç destnîşan kir ku girêdayê midûriyeta jinan Mexazeya Piştevaniya Jinan a Kezî vekirine û got: “Ev wê ji bo jin û zarokan xebatan bimeşîne. Ev mexaze salek di şaredariyê de hat vekirin. Piştre me got divê li taxê bê vekirin û jin jê fêdeyê bigirin. Me li taxa Cudî mexaze vekir. Em ji karsazên tekstîlê, esnafan piştgiriyê digirin. Ji xurekan heta cil û bergan heta alavên kirtasiyê û pedên hijyenîk li vir tên komkirin û ji bo kesên hewcedar tên dayîn. Heta niha em ji bo 2 hezar malbatî bûn alîkar.”
Guler Yerbasan Tunç wiha dawî lê anî: "Di encama civînên me bi jinan re kir de me biryara avakirina navenda piştevaniyê ya jinan girt. Em ê navê navendê bikin Berîvan Kutlu. Niha amadekariyên wê tên kirin. Ji bo Cizîr bibe bajarê jinan em bi jinan re tên gel hev û dixebitin.”
JINNEWS / ŞIRNEX / NESLÎHAN KARDEŞ















