Yekitiya me bi ser ket
Çarşem 4 Sibat 2026 - 03:55

Li navçeya Cizîr a Şirnexê welatiyên ku tevlî çalakiya 1'ê Sibatê Roja Hevgirtina bi Rojavayê ya Cîhanê bûn têkîldarî êrişên li ser Rojavayê de axivîn. Omer Babayîgît (56), ji gelê Kurd daxwaz kir ku li dijî êrişan xwe bêdeng nekin û got:"Dijminê me DAIŞ e û Tirkiye jî piştgiriyê didê û vê fermanê li ser gelê Kurd radikin. Em vê qebûl nakin. Ew kesê ku ji vî gelî hez neke ne dîn û ne jî îmanê wî heye. Ji ber wê dem dema xîretê ye, divê ku gel bi hev re serê xwe rake. Yê ku dibêje ez Kurd im divê ku vê zilmê qebûl neke. Em vê qebûl nakin, em serfiraziyê dixwazin. Her çar parçeyên Kurdistanê bûne yek."
Hatun Başkurt (45) jî anî ziman ku gelê Kurd bi salan e ku ji bo mafên xwe yên rewa têdikoşin û got:"Ev 40 sal in ku em li bendê ne ku yekîtiya me çêbibe. Yekîtiya gelê Kurd çêbû. Bila tu kes li ser xwîna zarokên me, me nexapîne. Xwîna zarokên me ne wisa erzan e. Em dixwazin ku yekîtiya me û serxwebûna me çêbibe. Yekîtiya me wê serkeftinê bîne, yekîtiya me bi ser ket." Dayika Emîne ya ku nexwest paşnavê xwe bibêje diyar kir ku her kesê ku xwedî wîjdan divê ku li dijî van êrişan xwe bêdeng neke û got:"Em naxwazîn xwîn birije, em naxwazin ku şer çêbibe. Daxwaza me ew e ku aştî çêbibe û ev şer bisekine. Em Kurd hemû yek in, em ê bi ser bikevin. Rojava gelek bedel dan û hê jî dide. Divê ku tu kes xwe bêdeng neke û li dijî van êrişan her kes rabe ser pêyan." Şerbet Goçmen (55), da zanîn ku heta ku Rojava û parçeyên din ê Kurdistanê dibin xwedî statu ew ê li qadan li ber xwe bidin û got:"Heta ku dilopek xwîna me hebe em ê li ber xwe bidîn. Bila bes zarokên me neyên kuştin. Hebûna me li ser Rojavayê ye, heta ku ew digihîjin mafên xwe em ê li berxwe bidin." Abdullah Deger (65) jî got:"Çawa ku dijminê me li hemberî me dibe yek divê ku em kurd jî di nava xwe de bibin yek. Em dikarin li hemberî dijminên xwe li ber xwe bidin.’’
Hulya Dalmişê jî anî ziman ku doza gelê Kurd dozeke rasteqîn e û got:"Em ê wan pitikên ku li ber sarmayê jiyana xwe ji dest dane jibîr nekin. Canê me gorî wan be. Heta ku em sax bin em li pey doza zarokên xwe û gelê xwe ne. Bila tu kes mereq neke ku wê heqê wan zarokan li erdê nemîne. Berxwedan jiyan e."
MA/ŞIRNEX











