Kurê wê li jêrzemînan hat qetilkirin
Duşem 15 Kanûn 2025 - 03:47

Necmiye Îverendî ya ku kurê wê di qedexeyên derketina derve ya Cizîrê de di jêrzemînan de hat qetilkirin wiha got: “Tevî hemû êşên me em destê ji bo aştiyê dirêj dikin lê destê me vala dimîne.”
Necmiye Îverendî ku yek ji şahida qedexeyên derketina derve ya li Cizîrê bû, di pêvajoya pevçûnê de kurê wê hat qetilkirin. Necmiye Îverendî ku dema ambulans nedixistin taxan, li pey kurê xwe çû û ji bo kurê xwe xilas bikin mirin da ber çavan. Necmiye Îverendî ku hewl da xwe bigihîne kurê xwe yê di jêrzemînan de, dor lê tê girtin û şûnde dişînin malê.
Necmiye Îverendî tiştên ku dema qedexeyên derketina derve hatine jiyîn vegot.
Necmiye Îverendî diyar kir ku piştî qedexeyan pevçûnan dest pê kiriye û wê demê hevjînê wê pirsgirêkên tenduristiyê dijiya û got: “Heta roja 17-18’an a qedexeyê em li mala xwe bûn. Hevjînê min nexweş bû. Zarokan gazî ambulansê kirin. Lê nehiştin ambulans bikeve taxê. Dema em çûn nexweşxaneyê kurê min li malê bû. Em ji nexweşxaneyê carek din venegeriyan malê. Em çûn mala xizmên xwe. Em ji zarokên xwe qut bûn. Ji wê rojê şûnde min kurê xwe nedît.”
Necmiye Îverendî destnîşan kir ku herî dawî roja çûne nexweşxaneyê kurê xwe dîtiye û wiha anî ziman: “Ez çend caran bi telefonê bi kurê xwe re axivîm. Piştre em fêr bûn ku kurê min di jêrzemînan de asê maye. Çend caran geriya. Got ‘dora me girtine agahî bidin her kesî’. Em li ber şaredariyê hatin gel hev û me xwest em zarokên xwe xilas bikin. Em hinek meşiyan. Piştre kes li cem me nema. Em 27 kes man. Em çûn kolana Nisêbînê. Heta wê demê hîna kurê min dijiya. Em heta cihekî meşiyan. Polîsan dora me girt. Hemû hevalên me ji bo xwe xilas bikin ketin navbera kolanan. Em sê jin li kolanê man. Gotin vegerin. Zarokên me biçûk bûn. Kurê min hîna 18 salî bû. Piştre heqeret li me kirin. Em girtin û birin qereqolê. Cezayê pere nivîsin em şandin malê.”
JINNEWS/ŞIRNEX












