Em zarokan bi tenê nehêlin
Pêncşem 6 Mijdar 2025 - 03:32

Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Cizîr a Şirnexê, li dijî betalkirina cezayê girtîgehê yê Burkan Ercan ku li navçeyê tacîza zayendî li gelek xwendekaran kiribû û bi vî sûcî dihat darizandin, “Nobeta Edaletê” dabû destpêkirin. Nobeta li Kolana Hunerê hatiye destpêkirin didome. Rûniştina faîl Burak Ercan wê di 20’ê Mijdarê de were lidarxistin û nobet jî wê heta roja rûniştinê bidome. Endama Lijneya Rêveber a Ji Ewil Zarok û Jin Arzu Sena Topuz, polîtîkaya necezakirinê ya li dijî faîlên tacîza zayendî nirxand û banga tevlibûna rûniştinê kir. Arzu Sena Topuzê anî ziman ku îstîsmar û tundiya (fîzîkî, aborî, zayendî) li dijî zarokan bi awayekî sîstematîk zêde dibe û got:“Ev jî nîşan dide ku têkildarî tundiyê tu pratîkên çareseriyê nayên pêşxistin. Em dibînin ku di bûyerên hewaleyî darazê hatine kirin de giliyên zarokan nayên girtin. Zarok pir zehmet fêm dikin ku rastî îstîsmarê hatine. Hewceye em cisaretê bidin wan ku gilî bikin û serî li meqamên edlî bidin. Dema zarok serî li meqamên edlî didin, bi pirsên cuda yên hêzên ewlekariyê rû bi rû dimînin. Gelek travmayan bi zarokan didin jiyîn û neçar dimînin ku bûyerê vebêjin. Sedema hebûna pedagog, odeyên hevdîtina edlî û navendên şopandina zarokan ew e ku zarok bûyerê gelek caran venebêjin û travmaya wan girantir nebe. Heta li cihên ev derfet hene jî zarok nikarin ji van sûc bigirin.”
Zarok bi zayendîtiyê nizanin
Arzu Sena Topuzê anî ziman ku zarok di pêvajoyên edlî de rastî zextên civakî jî tên û got:“Zarok nizane ka zayendîtî çi ye. Mixabin her çend zarok hûrgiliyan parve bike jî, bûyer pir tê vekolandin û pirsên ku zarokê/î sûcdar dikin jê tên kirin û zarok di vê pêvajoyê de dîsa travmatîze dibin. Jixwe dema dirêj a darazê, bi serê xwe rewşekî dezavantaj e. Ev jî dibe travmaya duyemîn. Em vê yekê di dosyaya Burak Ercan de dibînin. Zarok bi van kesan re rû bi rû dimînin. Em dibînin ku qanûnan jî bicih nayînin. Hem guh nadin îfadeyên mexdûran hem jî helwestên wan pir vedikolin.” Arzu Sena Topuzê anî ziman ku ji destpêkê heta niha dosyaya Burak Ercan dişopînin û got:“Di dosyaya Burak Ercan de gelek delîl hene. Di sûcên îstîsmarê de delîla herî xurt, îfade ye. Bi dehan zarok hatine îstîsmarkirin. Em bûn şahid ku faîlek pişta xwe bi necezakirinê germ dike û piştrast e ku tiştek pê nabe. Dosya ji her alî ve xwedî delîl e. Sûcên zayendî yên li dijî jin û zarokan bi necezakirinê tên xelatkirin. Di her asta pergalê de rizîbûnek heye. Ev rizîbûn, bi awayekî kumulatîf didome. Vê bi awayekî rêxistinî dike. Em dikarin li dijî xerabiyeke rêxistinkirî, başiyê birêxistin bikin. Heke em bên cem hev, dê daxwaza me jî biqîmet be. Girîng e ku em nîşan bidin ne kesên têdikoşin ne jî malbat bi tenê nînin. Dibêjin ‘Zarok bêdeng dibe lê tu bêdeng nemîne’ lê ev rast nîne. Zarok bêdeng nabin. Zarok di her tevgera xwe de nîşan dide. Divê em bînin bîra zarokan ku bi tenê nînin. Hewceye di danişîna 20’ê Mijdarê de em mil bidin milên hev.”
MA/EMRULLAH ACAR















