Îngîlîzan dewleta Tirk jî derbas kirin
Çarşem 25 Sibat 2026 - 03:45

Li Îngilistanê doza ku rasterast fealiyetên siyasî û demokratîk ên civaka Kurd hedef digirin û 6 aktîvîstên Kurd lê tên darizandin, li Dadgeha Cezayê Giran a Old Bailey a li Londonê dewam dike. Di dozê de heya niha 25 danîşîn pêk hatine. Îdîanameya dozger û sûcdariyên hatine kirin, li raya giştî bû mijara nîqaşê. Îdîaname derbarê Alî Poyraz, Ercan Akbal, Turkan Ozcan, Agît Karataş, Berfîn Kurban û Mucahît Sayak hate amadekirin. Aktîvîst bi “endamtiya PKK’ê û meşandina fealiyetê ya li ser navê rêxistinê” tên sûcdarkirin. Lê belê di dosyayê têkildarî çalakiya tundiyê yan jî çekê, ti îspatek şênber nîne. 27’ê Mijdara 2024’an gelek polîsan bi ser Navenda Civaka Kurd û malên aktîvîstên Kurd de girtin. Piştre doz hate vekirin. Çarçoveya îdîanameya dozgeriyê û sûcdariyan, dişibe îdîayên di dozên KCK’ê yên li Tirkiyeyê de.
Stran û kilîl delîla sûc e
Di doza li Old Bailey de şandeya juriyê ya 12 kesî wezîfe dimeşîne. Li dadgehê tîmeke 12 kesî ya parêzeran, parastina aktîvîstan dike. Aktîvîstên Kurd bi rengekî girtî nayên darizandin, lê piştî pêvajoya binçavkirinê bi kelemçeyên elektronîk ên li lingê wan hatine xistin, tevlî danişînan dibin. Her wiha qedexeya ketina herêma li Navenda Civaka Kurd, derketina derve ya tenê di saetên diyarkirî de û şertê kontrola edlî, di pêvajoya dozê de dewam dikin. Di rûniştinên heya niha û îdîanameyê de, hêmanên ku weke “îspata sûc” hatine pêşkêşkirin, nîşan dide ku doz ji bingehê hiqûqî dûr e.
Di lêgerîna li mala Ercan Akbal hatî kirin de, kilîleke yedek a ayîdê kasaya pereyên Navenda Civaka Kurd hate dîtîn û ev yek di îdîanameyê de weke bingehê îdîaya “rêveberê paye bilind ê rêxistinê” hate nîşandan. Sirûda “Îro Çerxa Şoreşê” ya ku Agît Karataş bi hevalên xwe re gotiye, weke îspata endamtiya rêxistinê hate nîşandan. Sirûda ku ji aliyê Xelîl Xemgîn ve sala 1988’an li dijî Komkujiya Helebce û zextên li Kurdistanê hatî nivîsandin, ji aliyê dozgeriyê ve weke “sirûda PKK’ê” hate pênasekirin.
Peyva ‘Heval’ sûc e
Li Îngilistanê sala 2016’an 16 sendîkayan kampanaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî” da destpêkirin û sala 2023’yan ev kampanya hate veguheztina qada navneteweyî. Yek ji îdîayên din a “endamtiya rêxistinê” ya derbarê Agît Karataş, piştevaniya ku dayî vê kampanyayê ye. Dozgeriyê kampanyaya navborî weke “fealiyeta rêxistinî” nirxand. Her wiha dozgeriyê, weke “Komîteya Hamleyê” meşandina xebatên kampanyayê ya ku akademîsyen, siyasetmedar û nivîskarên xelatgirên nobelê jî di nav de ne, di çarçoveya fealiyetên rêxistinî yên derqanûnî de nirxand. Dozgerê Îngilîz îdîa kir ku peyva “Heval” a ku di Kurdî de tê wateya “hevrê” û di jiyana rojane de pir zêde tê bikaranîn, di nav aktîvîstan de weke nîşaneya girêdana rêxistinî ye.
Bibîranînên goristanan sûc in
Di îdîanameyê de merasîmên bîranînê û taziyeyên li Navenda Civaka Kurd jî bûn mijara sûcdariyê. Bi taybetî merasîmên ji bo kesên ku li Rojava li dijî DAÎŞ’ê di nava refên YPG’ê de şer kirine û jiyana xwe ji dest dane û bîranînên li ser goristanê, di çarçoveya “fealiyeta rêxistinî” de hate nirxandin. Di vê çarçoveyê de bîranînên ji bo aktîvîstên Îngilîz Jack Holmes, Anna Campbell, Konstandinos Erik Scurfield, Oliver Hall û hemwelatiyê Îngilîz Mehmet Aksoy ên di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de şehîd bûne, taziye û bîranînên ji bo Kurdên ku di xebatên li Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane hatine lidarxistin, di îdîanameyê de weke “fealiyeta terorê” cih girt. Dozgeriyê bîranîn û taziyeya ku li Navenda Civaka Kurd ji aliyê Alî Poyraz ve ji bo Huseyîn Poyraz (Rûbar Dîcle) hatî lidarxistin, weke “îspata endamtiya rêxistinê” pêşkêş kir. Huseyîn Poyraz (Rûbar Dîcle) 6’ê Çileya 2017’an di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bibû. Alî Poyraz dema 17 salî li Tirkiyeyê di dema darbeya leşkerî ya 1980’an a li Tirkiyeyê de, hatibû girtin û bi îdamê hatibû darizandin û dosyaya dozê ya têkildarî vê darizandinê li mala Alî Poyraz hate dîtin. Dozgeriyê ev yek jî weke “îspata endamtiya rêxistinê” bi kar anî.
Wêne ‘îspata’ endamtiyê ne
Dozgerê Îngilîz Navenda Civaka Kurd a ku ji sala 1988’an û vir ve li herêma Haringey a Londonê xebat dimeşîne, weke “baregeha PKK’ê” pênase kir. Navenda ku di qadên çandî, civakî û tenduristiyê de xizmetê dide civakên koçber, ji aliyê dozgeriyê ve weke cihê ku xebatên rêxistinî lê tên meşandin hate nîşandan. Dozgerê Îngilîz hemû materyalên ku di operasyona li ser Navenda Civaka Kurd de hatine dîtin, weke “malzemeyên rêxistinî” nirxand. Di îdîanameyê de wêneyên Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş û Akîf Yilmaz û wêneyên hin Kurd û enternasyonalîstên ku di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane, weke îspat ketin dosyayê. Di vê çarçoveyê de wêneyên lîderê Komara Mahabadê Qazî Muhammed, Şêx Seîd, Seyîd Riza û Rêber APO jî ji aliyê dozgeriyê ve weke îspata girêdana rêxistinî, hate pêşkêşkirin. Dozgeriyê derbarê aktîvîst Berfîn Kurban jî, peywendiyeke WhatsApp’ê weke bingehê îdîaya “endamtiya rêxistinê” nîşan da. Di îdîanameya ji bo krîmînalîzekirina Kurdan hatî amadekirin de, hate îdîakirin ku girêdaneke hiyerarşik navbera KCDK-E û Navenda Civaka Kurd heye. Di îdîanameyê de rêxistinbûna Kurdan a bi rêya meclîsan, sîstema hevserokatiyê û lêgerînên civakî û siyasî yên mîna azadiya zayendî jî, bû mijara sûcdariyê û di çarçoveya “xebata krîmînal” de hate nirxandin.
Tevahî dîasporaya Kurd tê darizandin
Yek ji parêzerên dozê Alî Has, têkildarî pêvajoya darizandinê nirxandin kir û doz bi van gotinan anî ziman:“Li gorî nêzîkatiya dozger, ji Kurdan re tê gotin, ‘hûn nikarin bibin demokrat’ û Kurd tên krîmînalîzekirin. Pêvajoya têkoşîna demokratîk û rêxistinbûna demokratîk a Kurdan, rewa nayê dîtin.”
Has diyar kir ku darizandin tenê li dijî 6 Kurdan nîne, divê doz di çarçoveyeke hîn berfirehtir de were nirxandin û got, “Ev doz ne tenê 6 Kurdan, di heman demê de rêxistinbûna çandî û demokratîk a dîasporaya Kurd hedef digire.” Has destnîşan kir ku şablona di îdîanameyê de tê karanîn, mîna şablona di dozên KCK’ê yên li Tirkiyeyê de ne. Parêzer Alî Has diyar kir ku dîmenên ayîdê serdegirtinên li ser malên aktîvîstên Kurd, nîşanî juriyê hate kirin û got, “Di dema serdegirtinê de derî bi balyozê hatin şkandin, di hin binçavkirinan de mudaxileya fîzîkî hate kirin. Ev dîmen li ser juriyê bi bandor bûn.” Has destnîşan kir ku di dosyayê de têkildarî sûcdariya “endamtiya rêxistina çekdarî” îspateke şênber nîne.
ANF/HÎKMET ERDEN















