Li Şirnexê aqilekî dijî pêvajoyê heye
Sêşem 2 Kanûn 2025 - 03:45

Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ku li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destpêkirin, li Şirnexê geşedanên balkêş diqewimin. Ji ewil şîn hatin astengkirin û piştre mudaxile li cenazeyan hate kirin. Qedexe jixwe hêj berdewam in. Herî dawî jî amirê emniyetê Şuayîp Ogdur gef li Hevşaredarên Cizîrê Guler Tunç Yerbasan û Abdurahîm Durmuş xwar. Geşedanên dawî, rûbirûyê nerazîbûna rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî dibe. Endamê Lijneya Rêveber a Şaxa Egîtîm Senê ya Şirnexê Mesût Aslan diyar kir ku li Şirnexê sepanên qedexeyê yên taybet di meriyetê de ne û got:’’Çalakiyên herî aştiyene jî tên qedexekirin. Ji bo civakîbûna aştiyê divê girse bikarin azadiya xweîfadekirinê bi kar bînin. Rêya vê jî çalakiyên demokratîk e. Lêbelê li Şirnexê sepanên cuda hene. NerazîbûnekeBertekeke pir tund nîşanî çalakiya li dijî tacîzkirina zarokan dan. Herî dawî heqaret li hilbijêrên Cizîrê kirin û gef lê xwarin. Hin derdor li dijî aştiya civakî disekinin. Divê amirên milkî pêşiya siyaseta demokratîk vekin da ku aştî civakî bibe.” Endamê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Cahît Akil jî got ku tevî pêvajoyê jî aqil û nêzikatiya dewletê neguheriye û got:“Li Botanê sepanên taybet di meriyetê de ne. Niha behsa aştî, xwişk-biratiyê tê kirin lê sepanên dewletên hêj mîna yên salên 90’î ne. Çalakî û xwepêşandanan bi awayekî derhiqûqî asteng dikin. Bêtehemûliyeke mezin heye. Hin derdorên dixwazin di bin navê ewlehiyê de provakasyonan bikin hene. Divê ev kes bên teşhîrkirin. Naxwazin pêvajoya aştiyê bi ser keve û civakî bibe. Ji bo vê tişta ji dest tê dikin. Divê wezîrê karê hundir van bibîne û der heqê kesên van dikin de kirariyan bide destpêkirin. Em ê van qedexeyan qebûl nekin.”
Hê jî pêvajo negihiştiye Şirnexê!
Hevseroka DBP’a Şirnexê Pinar Akilê jî got:“Ev saleke pêvajo heye lê hêj nehatiye Şirnexê. Çalakî tên qedexekirin û gef li nûnerên îradeya gel tên xwarin. Em jin vê qebûl nakin. Em ê kolanan neterikînin. Divê her kes li cem hilbijartiyan cih bigire. Bi yekbûna xwe em dikarin li dipjî van qedexeyan têbikoşin. Em ê li qadan bin û destê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xurt bikin.”
Endamê Şaxa OHD’a Şirnexê Rojger Nuh Ant jî anî ziman ku tu bingeheke qedexeyên li bajar tune ye û got:“Hinceta ‘pêşîlêgirtina kirina sûcekî îxtîmal’ ne hincetekî hiqûqî ye. Di 25’ê Mijdarê de li her dera Tirkiyeyê jin meşiyan lê ev li Şirnexê qedexe ye. Di çalakiya li dijî tacîzê de bi sedan polîs bicihkirin. Gefan li hilbijêran dixwin û heqaretê lê dikin. Ev nayên qebûlkirin. Divê parastvanên mafên mirovan li dijî van qedexeyan dengê xwe bilind bikin.”
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Şirnexê Esmer Çikmaz jî got:“Amirekî polîsan gefê li îradeya vî bajarî dixwe. Em dayik bi hilbijartiyê xwe re ne. Em van sepanan qebûl nakin. Îro li ser aştiyê tê axaftin lê li Şirnexê hêj behsa wê nayê kirin. Em hêj behsa qedexe, astengkirin û êrişan dikin. Çalakiyên li her derê serbest li vir qedexe ne. Ji dest were wê nehêlin em bêhnê jî bistînin. Li ku derê polîsekî psîkolojiya wî xerab hebe dişînin vê derê. Ev nayê qebûlkirin. Weke dayik em ê bi destên hev bigirin û pêvajoyê bi ser bixin.”
MA/EMRULLAH ACAR














