Li dijî narkotîkê rêxistinbûyin divê

Sêşem 2 Kanûn 2025 - 03:20

Hevberdevkê 'Platforma Têkoşîna li dijî Narkotîkê ya Şiyar be' Mûrat Kan diyar kir ku bikaranîna madeyên narkotîkê di asteke metirsîdar de ye û got, " Narkotîk êrişê dibe ser nasnameya kolektîf a civakê. Rêya vê jî rêxistinbûn e."

Li Kurdistanê bikaranîna madeyên narkotîkê zêde dibe. Yek ji bajarên ku ev zêdebûn lê heye Amed e. Hevbredevkê 'Platforma Têkoşîna li dijî Narkotîkê ya Şiyar be' Mûrat Kan li ser mijarê axivî û got "Di serî de Amed li cografya Kurdistanê zêdebûna narkotîkê, fûhûş û qumarê xwedî hin sedeman e. Bêguman ev ji sîstemê cuda nînin. Weke bandoreke stratejiya polîtîk a sîstema serwer divê bê nirxandin. Dema dawî sîstema şerê taybet veguherî şêweyê qirkirina civakê. Em bi rewşeke welê re rû bi rû ne ku êrişa yekser li civakê tê kirin, civak tê parçekirin û yekbûna civakî tê xerakirin. Li gel vê yekê sîstemeke şerê taybet heye ku nirxên civakê binpê dike. Di serî de narkotîk gelek varyantên din pêwendiya xwe bi vê stratejiyê heye. Bi taybetî bi plana têkbirinê ya piştî sala 2014'an rejîma şerê taybet veguherî sîstemeke ku yekser bi ser civakê ve diçe. Polîtîkaya şerê taybet veguheriye şêweyê qirkirineke giştî."

Mûrat Kan diyar kir ku bikaranîna madeyên narkotîkê di asteke metirsîdar de ye û got, "Civak her roj xizan bû, ji xwe dûr ket û rastiya xwe winda kir. Divê mirov vê rastiyê ji nedîtî ve neyên. Şer bi xwe bi demê re dejenere dibe û civakê dirizîne. Encameke welê derkete holê ku hebûna xwe li ser çetebûyîn û narkotîkê da avakirin. Aliyekî din jî ew e ku civak xizan bûye. Bi taybetî şerê bi salan civaka Tirkiyeyê xizan kiriye. Ji ber vê yekê dînamîkên cuda yên civakê neçar man bikevin nava lêgerînên cuda. Rê li ber rastiyeke civakî vekir ku ji nirxên xwe dûr ket."

Mûrat Kan destnîşan kir ku têkoşîna li dijî narkotîkê bi rêxistinbûnê dibe û got, "Narkotîk êrişê dibe ser nasnameya kolektîf a civakê. Rêya vê jî rêxistinbûn e."

ANF/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.