Li kolanên Rezanê çete zêde bûne

Duşem 24 Mijdar 2025 - 03:00

  • Li bajarên ku kolanên wê veguherîne navenda sûc, çeteyên bertîlê digirin, li mirovan dixin û bi kuştinê gefê dixwin, dibin sedema fikaran. Sûcên li navçeya Rezana Amedê diqewimin mînakên şênber ên vê yekê ne.

Li aliyê Tirkiyeyê dema dawî çeteyên ku navê Daltonan, Casperan û Redkîtan bi kar tînin di rojeva her kesî de ne. Ev çeteyên ku bi taybetî li taxên ji aliyê aborî ve dezavantaj in û ciwan jî di nava wan de hene, hem li Stenbolê hem jî li Enqereyê bi sûcên ku dikin deng vedidin.

Lêkolînên li ser van çeteyan dewam dikin. Li Kurdistanê jî hem ji ber polîtîkayên şer ê taybet hem jî ji ber nebûna kontrolê, çeteyên bi heman rengî ji zarok û ciwanên ber bi sûc ve hatine dehfdan ava bûne. Li Amedê bi taybetî jî li taxên Rezan, Sûr û Şehîtlîkê hin komên selefî rabûne û li nava taxan bûne sedema fikaran û tirsê.

Li bajêr ku hefteya dawî du kes hatin qetilkirin û kesek jî birîndar bû, tê gotin li pişt van bûyeran komên çete yên bi heman rengî hene. Şêniyên Rezanê nerazîbûn nîşanî vê yekê dan û bang kirin ku ji bo ev sûc zêde nebin hem emniyet hem jî saziyên civakî yên sivîl gavê biavêjin.

Ev komên ku weke 'komên selefî' ji aliyê gel ve têne pênasekirin, bi taybetî li Rezan û Sûrê ji komên din ên olperest ên radîkal cuda ne. Kom an jî çeteyên selefî ku tê gotin, têkiliya wan bi van koman re nîne, salên dawî hatin dîtin. Li bajêr ku rêjeya sûc zêde dibe, bi taybetî gulereşandina li dikanan, lêdan an jî wergirtina bertîlê bi rêk û pêk dikin.

Li piştperdeya van sûcan bi giranî ciwanên ji 15 heta 20 salî hene. Kesên ku li ser mijarê agahiyên xwe hene, diyar dikin ku mirovên ciwan serkêşiyê ji van çeteyan re dikin ku di berdêla pere de zarokan tevlî sûc dikin. Ev sûcên ku bi giranî li Rezanê rû didin, di nava hefteya dawî de hîn zêde bûne. Li bajêr kuştina kesekî kir ku bûyer hîn bêhtir bibin sedema tirs û fikaran.

Di 11'ê Mijdarê de Yûnûs Atabey li Amedê di encama êrişa çekdarî de hate kuştin. Kiryar piştî êrişê hat binçavkirin û bi gotina, "Pere dan min, min jî kir. Ez nizanim bê kê daye kirin" li kuştinê mikur hat. Beriya vê bûyera kuştinê li Baglarê kesekî tê gotin ji Hezroyê ye bi çekê ji lingê xwe birîndar bû.

Li gel van bûyeran, dikaneke zêran a li navçeyê bi çekê hate gulereşandin, kesekî ji Sûriyeyê yê li derdora Dortyolê xwaringeha wî heye lêdan xwar û ji ber gefxwarinê neçar ma xwaringeha xwe bigire. Çavkaniyên xwecihî ku li ser mijarê axivîn ragihandin ku hem dikana zêran, hem jî xwaringehê ji ber ku 'bertîl nedan' bûn hedefa êrişê. Her wiha destnîşan kirin ku gelek dikan bi gef û zora çekê bi bertîlê ve hatine girêdan.

Çavkaniyên xwecihî diyar dikin ku bi taybetî ciwan û zarokên welatparêz tevlî karên bi vî rengî dibin, ciwanên bêkar ji bo pere qezenç bike û hêza xwe nîşan bide tevlî van koman bûne. Keyayên taxê yên li navçeyê ji bo çareseriya vê pirsgirêkê bi emniyetê re timî di nava diyalogê de ne.

Keyayan anîn ziman ku emniyetê ji wan re gotiye, "Herî dawî me serdegirtinek kir. Di vê mijarê de amadekariyên me dewam dikin" û diyar kirin ku gel ji ber van kesan nikare êvarê derkeve derve. Keyayan anîn ziman ku ji ber kesên çek bi wan re heye û bi vî rengî xwe li kolanan nîşan didin, mirov êdî nikarin derkevin ber deriyê xwe jî û bang kirin ku çareserî ji vê pirsgirêkê re bê peydakirin.

Dikandarên ku dixwazin li navçeyê dikanê vekin destpêkê bi van çeteyan re rû bi rû dimînin, dikandarên ku naxwazin bertîlê bidin neçar dimînin ku dikanên xwe bigirin. Ev rewş ji bilî Rezanê li Sûrê jî xwe nîşan dide ku sermaye lê zêde tê dîtin.

Şêniyên ku axivîn bang kirin ku ji bo ev rewş veneguhere mînakên li Stenbol an jî Enqereyê bi lez tedbîr bêne wergirtin û gotin, "Sedemên sereke yên ev rewş bi xwe re anîne bêkontrolhiştina kolanan e û pirsgirêka xizanî û bêkariya ciwanan e. Ciwan ji bo hinekî pere qezenç bikin bêyî ku zanibin li kê dixin, guleyan li kê direşînin vî karî dikin. Li kolanan bi rengekî cidî valahieke kontrolê heye. Bi taybetî li kolanên teng mirov êvarê ditirsin ku derkevin derve. Ev rewş roj bi roj hîn giran dibe.

Çeteyên navborî bi taybetî di nava sê salên dawî de xwe nîşan dan. Yên ku li ser mijarê xwedî agahî ne, ji ber tirsê tiştekî nabêjin. Mînak, ev çete li cihên din nîne, lê belê li Rezan, Sûr û Fîskaya hene ku mirovên xizan lê ne. Kes li sedema wê napirse. Lê belê her kes li hemberî gefekê xwe bêdeng dike.

Rêxistinên civakî yên sivîl û rayedarên din ên dixwazin vê rewşê rawestînin divê bên van taxan û nobedê bigirin; nexwe wê hîn bêhtir ciwan ji dest biçin. Zarokên biçûk jî dixwazin rahêjin çekê û bibin weke van kesan. Têkildarî vê yekê hem dewlet hem jî cihên din ên berpirsyar divê gavê biavêjin û bi berpirsyariyê rabin."

ANF/AMED 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.