Hedefa 'sereke' zarokên keç û jin in

Şemî 15 Mijdar 2025 - 03:42

Têkoşîna li dijî tiryakê ya jin û zarokên keç, li gor ya mêran/mezinan zehmettir e. Hejmara jinên ku serî li komele, platform, an saziyên ku li ser vê mijarê dixebitin didin pir kêmtir e. Sedemên sereke yên vê yekê tirsa ji ber "demxekirinê", fikarên aborî û rolên zayendî yên civakî ne. Pispora Xizmetên Civakî Berfîn Ayyildizê bal kişand ser kêmbûna serlêdanên jinan ji bo navendên dermankirinê û got:"Tiryakbûn, bêyî guh bide ziman û zayendê, ji bo her kesî tiryakbûn e. Lê em dikarin bûyerên trawmatîk, pirsgirêkên tenduristiya derûnî û pirsgirêkên psîkolojîk ên ku di pêvajoyên tiryakbûnê de li jinan peyda dibin, çareser bikin." Berfîn Ayyildizê destnîşan kir ku jin di nava têkoşînekê de ne li dijî rolên civakî yên ku ji wan re hatine destnîşankirin û got: Bûyîna dayikeke baş, bûyîna jineke baş, bûyîna jineke ku dikare nepenîtiyê biparêze... Jin ligel van, bi pêvajoya tiryakê re jî têdikoşin." Berfîn Ayyildizê destnîşan kir ku ÇEMATEM bernameyên taybet yên jinan pêk tînin lê pir serî li wan nayê dayîn û got:"Ji ber ku jina ku dixwaze li wir derman bibe, dizane ku îhtîmala wê ya kar dîtinê wê pir kêm bibe. Dê kesên li derdorê zanibin ku ew li wir derman dibe. Mixabin, jin pir caran dema ku dor tê ser lêgerîna dermankirinê paşve gav davêjin. Lêbelê, hebûna navendên dermankirinê yên xweser, wê karê me jî pir hêsantir bike. Carinan dibe ku mirov nexwazin li bajarê xwe derman bibin. Bi rastî, lêkolîn nîşan didin ku kesên li bajarên cuda di warê tiryakê de serlêdanê dikin, rêjeya wan a serketinê zêdetir e. Ji ber ku ew ji hawîrdora xeternak qut bûne. Ew ji wir dûr ketine. Lê ev her gav ji bo jinan ne gengaz e. Jin ji bo beşdarbûna navendên dermankirinê hewceyê piştgiriya darayî ne. Wekî din, dibe ku ew hewceyê destûra malbata xwe an hevalekê bin. Li şûna ku jin biçin navendên dermankirinê, divê navendên dermankirinê werin cem jinan. Zêdekirina xebatên xweser yên jinan, piştgirîdayîna zarokên jinên ku ji nû ve hatine rehabîlîtekirin û pêkanîna pêvajoyên kar dê rêjeya serlêdanan ji bo dermankirinê zêde bike."

Divê têgîhîştin bê guhertin 

Berfîn Ayyildizê anî ziman ku rêxistin û saziyên jinan der barê pêvajoyên dermankirina jinan de berpirsiyariyek li ser wan heye û got:"Divê em têkoşîneke rêxistinkirî bidin. Dema ku jin dikevin tora tiryakê, malbatên wan pir caran wan wiha dibînin: 'Ger em wan bizewicînin, ew ê baş bibin, ger zarokên wan hebin, ew ê baş bibin,' an jî 'Divê ew ji berpirsiyariya me xilas bibin û herî kêm karibin jiyana xwe di bin berpirsiyariya kesekî din de bidomînin.' Rêxistinên jinan dikarin bibin alîkar û vê têgihîştinê sererast bikin." Berfîn Ayyildizê destnîşan kir ku tiryakbûna di navbera zarokên kur û keç de cuda ye û got:"Kur bi gelemperî hin madeyên aramker tercîh dikin, lê keç meyla wan heye ku madeyên ku bêtir hişyarker ku dihêlin ew çalaktir bin û dihêlin ew bibêjin, 'Ez li vir im.' tercîh dikin. Ev made herî xeternak in. Ji ber vê yekê xetera tiryakbûnê di zarokên keç de pir zûtir pêşve diçe. Em dizanin ku carinan, dema ku ew madeyekê nabînin, ew serî li rêbazên curbicur didin. Em dizanin ku malbat vê yekê înkar dikin ku ew dibêjin, 'Keça min ne tiryak e,' û wan di malê de digirin û carinan keç di wê malê de tên zincîrkirin û veşartin." Berfîn Ayyildizê diyar kir ku zarok ji bo gihîştina tiryakê neçarî fihûşê an diziyê tên kirin û got:"Ji ber ku ev made ne erzan in. Ji ber ku laş dibe tiryak, divê wan bi dest bixe. Em dizanin ku keç carinan beşdarî vê tevgerê dibin. Ji ber vê yekê em pabend in ku bi rêya platformên curbicur di vî warî de çalak bin."

Tiştên hatine serê jina ducanî

Berfîn Ayyildizê ji bo asta rewşê bê fêmkirin çîroka jineke ducanî parve kir û ev tişt gotin:"Yekîneyên me yên zabiteyan ew anîbû. Ew heşt mehî ducanî bû û di bin bandora madeyekê de bû. Maddeya ku wê bikar aniye pir xeternak bû. Wê nizanibû kîjan made an çiqas bikar aniye. Ji ber ku ew jinek e û li parkekê dijî. Mînak, dema ku ew pitik çêdibe, bi zanistî hatiye îspatkirin ku ew ê bibe tiryak. Pêdiviya dayikê ji bo wê berî hewcedariya şîr derbasî xwînê bûye û laş wê hewesa wê madeyê bike. Me lêkolînek kir da ku wê û pitik biparêzin. Em rastî jinên ducanî tên. Em rastî zarokên 12 an 13 salî tên." Berfîn Ayyildizê li dijî tiryakê ev pêşniyaz rêz kirin:’’Divê xwegihandina jinên bi xetereya tiryakê re rû bi rû ne pêk bê. Divê hejmar navendên dermankirinê yên pêbawer û veşarî bên zêdekirin. Divê dermankirin bêheq be. Ji bo zarokan divê xebatên cuda bên kirin. Kesên ji derve ve tên Amedê an jî ji Amedê diçin bajarên din cihê lê bimînin tune ye. Divê mivanxane bên zêdekirin.  Gava em çav şêwirmendekî/ê ketin divê em netirsin û em pê re biaxivin. Di vî warî de piştgirî divê. Divê em ji demxekirinê dûr bikevin. 

Zarok û pergala darazê 

Endamê Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê Ahmet Atay diyar kir ku piştgiriya qanûnî ji bo zarokan têrê nake. Atay, nebûna tedbîrên parastin û piştgirîyê destnîşan kir û dozên tiryakê wekî mînak da:"Dema ku zarok bikaranîna tiryakê ji rayedarên dadwerî re radigihînin, sazî tu tedbîrên piştgirî an parastinê nagirin. Dema ku zarokek tevlî sûcekî dibe û dibêje ku wan tiryak bikar anîne, rayedarên dadwerî tu tedbîrên tenduristiyê bicîh naynin û ew zarok dikarin tavilê werin girtin. Ji ber ku ew dermankirina pêwîst nabînin, zarok piştî serbestberdana xwe jî berdewam dikin." Atay diyar kir ku rayedarên dadwerî berpirsiyariyên xwe bi cih naynin û got:"Dema ku zarokek dermankirinê werdigire, hawîrdora wî ya civakî tê guhertin û mudaxele tên kirin da ku cihên ku ew tiryakê bikar tînin werin destnîşankirin, ew ê ji karanîna tiryakê dûr bikevin. Dema ku pêvajoyên dermankirinê ji bo zarokên girtî werin bicîhkirin, zarok dê ji wê tiryakê xelas bibe."

Sazî karên xwe nakin 

Atay bal kişand ser bandora medyaya dîjîtal a li ser bikaranîna tiryakê û got ku di vî warî de berpirsiyarî dikeve ser milê malbatan û mamosteyan. Atay destnîşan kir ku di vî warî de sazî peywirên xwe bi cih naynin û got ku têkildarî kesên tên şopandin pêvajoyeke baş nayê meşandin. Her wiha Atay da zanîn ku hejmara saizyên di vî warî de jî kêm e û yên heyî jî hejmara xebatkarên wan kêm e. 

Hevseroka Şaxa Egîtîm Sen a Hejmar 2 a Amedê Dûygû Ozbayê jî bal kişand ser rêjeya jin û zarokên keç ên ketine tora tiryakê û got:"Hem zarokên keç hem jî jin hedef tên girtin û bi vî awayî civak ji liv û tevgerê tê dûrxistin. Bi vî awayî dixwazin civakekê hilweşînin. Lewma em dikarin bibêjin hejmara tiryakbûnê zêde bûye." Dûygû Ozbayê destnîşan kir ku di vî warî de berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milê malbatan û got:"Ji ber ku zarok piraniya wextê xwe bi wan re derbas dike. Herî zêde em hay ji liv û tevgerên wan hene. Lê divê mamoste jî hay ji wan zarokan hebe. Divê pêwendiyê bi wan re deyne. Divê rê û rêbaza mamoste qezenckirina xwendekar be."

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.