Li dijî tiryakê xebat hat destpêkirin
Pêncşem 4 Kanûn 2025 - 09:12

Hevberdevkê Platforma Têkoşîna li dijî Tiryakê 'Şiyar Be!' yê Mêrdînê Mucahît Cevheroglu, diyar kir ku ew ê li hemberî firotina tiryakê û tiryakkêşiyê "ji bo jiyaneke nû çareseriyên alternatîf biafirînin."
Li Mêrdînê di salên dawî de bikaranîn û firotina tiryakê gihiştiye asteke zêde ku bi çavan tê dîtin. Digel tiryakkêşiyê, hejmara ciwanên ku li nava kolanan ji xwe ve diçin û tiryakfiroşên bi çekan pev diçinin zêde dibin; tenê di 10 mehan de nêzî 40 ciwanî întixar kirine. Rêxistinên civaka sivîl, odeyên pîşeyî û partiyên siyasî li dijî zêdebûna tiryakkêşî û firotina tiryakê ketin nava tevgerê û piştî nîqaşan, biryara avakirina "Platforma Têkoşîna li dijî Tiryakê ya Mêrdînê, Şiyar Be!" dan. Di 30'yê Mijdarê de 47 sazî ku di nav wan de rêxistinên civaka sivîl, odeyên pîşeyî, dezgehên perwerdeyê, rojnameger û partiyên siyasî jî hebûn, bi dirûşma "Şiyar be! azad be! aram be! avake!" meşek li dar xistin û paşê avabûna platformê ragihandin.
Hevberdevkê Platformê Mucahît Cevheroglu li ser avabûn, armanc û hedefên platformê û gavên ku dê bên avêtin axivî. Mucahît Cevheroglu diyar kir ku ew demeke dirêj e li ser rizandina civakî ya ku tê jiyîn hûr dibin û hatiye tesbîtkirin ku sedema herî girîng ê vê yekê bikaranîna tiryakê ye. Mucahît Cevheroglu bal kişand ku ev rewş ne tenê li Mêrdînê, li tevahiya Tirkiyeyê tê jiyîn û ev tişt got: "Em dikarin bibînin ku ev yek li herêma Kurdistanê bi awayekî cuda wekî polîtîkayeke şerê taybet tê meşandin. Temenê bikaranîna tiryakê heta 8-9 salî daketiye, bi awayekî aşkera nîşan dide ku rizîna civakî çiqasî berbelav bûye. Ciwanên me di nava çirava tiryak û tiryakkêşiyê de ne. Ji ber vê yekê, bi saziyan re nîqaş dihatin kirin bê ka çi dikare bê kirin. Di encamê de biryara avakirina Platforma Şiyar Be! hat dayîn. Platformeke ku li dijî fuhûş û bikaranîna tiryakê hatiye avakirin. Dema em vê dikin, em ê ji bo ji nû ve avakirina nirxên xwe yên civakî jî bixebitin. Ev fikir bi berbelavbûna bikaranîna tiryakê ya di nava ciwan û zarokan de û rizîna exlaqî derket holê û ev platform hat avakirin."
Mucahît Cevheroglu bang li hemû welatiyên hestiyar kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Şiyar Be platforma we ye. Xwe li derve negirin. Hewl bidin xwe tevlî bikin. Werin em bi hev re paşeroja xwe ava bikin, ji nû ve ava bikin. Ji ber ku ciwanên me tên jehrîkirin. Gelê me tê jehrîkirin. Werin em bi hev re xwedî li pêşeroja xwe derkevin. Ji bo pêşerojeke azad, ji bo avakirina pêşerojeke ku tiryakkêşî tê de tune be, bi hev re, em vê têkoşînê bimeşînin."
MA / MÊRDÎN /AHMET KANBAL















