Ez hatime tola gelê xwe hilînim

În 30 Çile 2026 - 02:50

Şervanê ciwan ê ji Nisêbînê derbasî Rojava bû Elîşer li xeta berxwedanê ya Hesekê peyamek da û got:"Ez hatime vê derê ku tola gelê xwe hilînim." Êrişên çeteyên dewleta Tirk, HTŞ û DAÎŞ'ê yên li ser Rojavayê Kurdistanê dewam dikin. Banga seferberiya giştî jî li çar aliyên Kurdistanê deng vedide.

Di çarçoveya banga seferberiyê de ji gelek herêmên cuda ciwanan berê xwe dan Rojava. Yek ji wan ciwanan jî Elîşer Mêrdîn ê ji Mêrdînê ye. Elîşer ku li Nisêbînê ji sînor derbas bû û xwe gihand Rojava, li eniya Hesekê biryardariya xwe bi van gotinan anî ziman:"Ez li hemberî êrişên hovane li vê derê me ku li dijî gelê me, jin û zarokên me têne kirin. Ji bo tolê hilînim, xak, gel û mafên xwe biparêzim ez hatime vê derê. Her ciwanekî Kurd ê bi rûmet divê vê baş zanibe."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.