Şikeft bûne navenda tiryakê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 9 Sibat 2026 - 02:45

Şikeftên ji bo sewalkariyê dihatin bikaranîn, îro bûne navenda bazirganiya tiryakê û bêdengiya rayedaran jî bazirganiya jehrê roj bi roj mezin dike.

Li navçeya Eyyubiye ya Rihayê, şikeftên li nêzî taxên Topdagi, Muradiye û mezata berê (bazara sewalan) bûne cihê firoşkarên tiryakê û bikaranînê. Hejmara şikeftên li ser çiya û giran nayê zanîn, lê tên texmînkirin ku nêzî 500’î ne. Piranî şikeft bi riyên xwezayî çêbûne û piranî jî bi destê mirovan hatine çêkirin.

Di salên borî de piranî şikeft wek cihên xwedîkirina sewalan dihat bikaranîn. Lê ji ber krîza aborî ya li welat, piranî şikeft hatin valakirin. Şikeftên vala man, ji aliyê dewletê ve nayên kontrolkirin û her çû veguherî cihê firoşkarên tiryakê.

Çavkaniyek ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide wiha got: “Li her şikeftê kesek an du kes tiryakê difiroşin. Bi wesayîtên luks tên û carnan jî bi motosîkletan tên. Kesên bi navên Împarator, Firlama Kuş, Memocan firotina tiryakê dikin. Min Împarator û Memocan neditiye. Lê min Firlama Kuş dît. Jinek e. Ne tenê li vir li Qada Osmanli Mesîre jî serdest e. Min bi roj qet nedîtin. Bi şev tên vir kontrol dikin. Min ew li Qada Osmanli Mesîre dît. Wesayîta wê luks bû.”

JINNEWS / RIHA / DERYA REN - GULISTAN GULMUŞ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.