Ji bo azadiya Rêberê me li qadan bin
Duşem 29 Kanûn 2025 - 03:45

Hevseroka Komeleya Alîkarî û Hevgirtinê ya bi Malbatên ku Xizmên xwe li Axên Qedîm Winda Kirine re (KATDER)Makbule Yavuzer, ji bo mîtînga “Hêvî û Azadî” ya ku wê di 4’ê Çileyê de li Amedê bê lidarxistin, banga tevlibûnê kir. Makbule Yavuzer di sala 1995’an de birayê xwe winda kir. Birayê wê Muslum Kaplan, di sala 1992’yan de dema li Enqereyê dijiya, tevlî Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bû. Kaplan di sala 1995’an de jiyana xwe ji dest da, lê tevî ku 30 sal di ser re derbas bûne jî hêj goreke wî tune ye. Makbule Yavuzerê wiha behsa birayê xwe kir:“Birayê min bi zarokan re zarok, bi mezinan re mezin bû. Gel ji wî gelekî hez dikir. Em bi hêviya ku rojekê hestiyên birayê xwe bibînin dijîn.” Makbule Yavuzerê bal kişand ser pêvajoya ku bi banga Rêber APO dest pê kiriye û got:“Ew dixwaze rê li ber siyaseteke demokratîk vebike û daxwazên xwe bi siyasetê bîne ziman. Em jî êdî naxwazin mirin çêbibin. Bila ne leşker, ne polîs û ne jî gerîla jiyana xwe ji dest nede. Ji bo vê jî divê astengiyên li pêşiya siyaseta demokratîk bên rakirin.” Makbule Yavuzerê bi bîr xist ku bi deh hezaran zarokên gelê Kurd di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane û got:“Gelê me ewqas berdêl dan. Dayikên Kurd ewqas zarokên xwe winda kirin lê îro hêj jî dikarin bibêjin aştî. Divê dayikên Tirk jî dengê dayikên Kurd bibîhîzin. Gelê Kurd nasname, ziman û çanda xwe dixwaze. Gelê Tirk û gelên din xwedî çi mafan bin, Kurd jî heman tiştî dixwazin. Divê hemû gel karibin xwedî li nasnameya xwe derkevin. Zarokên me ji bo van mafên me canê xwe dan. Heke aştiyek pêk bê, divê mafên gelê Kurd bi temamî werin dayîn.”
Ji bo aştiyê dakevin qadan
Makbule Yavuzerê diyar kir ku ji bo aştiyê divê gelê Kurd û Tirk destê xwe bidin hev û got:“Bes e êdî em li malên xwe rûniştin. Me ewqas zarokên xwe winda kirin. Ji bo ku êdî zarokên tu kesî jiyana xwe ji dest nedin, divê em bi awayekî xurt li qadan bin. Divê azadiya fîzîkî ya muzakerevanê sereke yê aştiyê, Rêberê me bê misogerkirin. Hemû dinya paradîgmaya Rêberê me dizane û qebûl dike. Ji bo vê divê hemû gel beşdarî mîtînga ku dê di 4’ê Çileyê de bê lidarxistin bibin.” Makbûle Yavuzerê destnîşan kir ku divê dewlet jî êdî bi gavên berbiçav bersivê bide pêvajoyê û got:“Ji bo aştiyekî birûmet divê zimanekî paqij û zelal bikar bîne. Em dizanin ku aştî ne tiştekî hêsan e, lê divê kesê ku aştiyê dixwaze zimanê xwe jî sererast bike.”
MA/OMER AKIN















