Bi berdelên giran Kobanê rizgar bû

Sêşem 27 Çile 2026 - 03:42

Bi ser rizgarkirina Kobanê re 11 sal derbas bûn. Dayika Aştiyê Meyaser Korkmaz dema Kobanê ji aliye DAIŞ'ê ve hat dorpêçkirin 6 mehan li ser sînorê Kobanê di nobeda berxwedanê de maye diyar kir ku Kurdan wê demê bi ruhê yekîtiyê Kobanê rizgar kirin û diyar kir ku divê niha jî bi heman ruh were parastin.

Piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê li bajarên rojavayê Kurdistanê gel rabû serhildanê û bi îlankirina kantonan xweseriya xwe ava kirin. DAIŞ'a ku artêşa 2 dewletan nekariye pêşî lê bigirê ji hêla Yekiniyên Parastina Jinan (YPJ) û Yekiniyên Parastina Gel (YPG) hatin têkbirin û bûn heviya gelan. DAIŞ'ê di 13'ê Îlonê 2014'an de li dijî kantona Kobanê êrişeke mezin da destpêkirin. Piştî êrişa DAIŞ'ê gelê Kurd her çar aliyên Kurdistanê û li derveyî welat rabûn ser pêyan. Di encama berxwedaneke mezin de di 26'ê Çileya 2015'an de Kobanê rizgar bû û DAIŞ têk çû.

Piştî civîna Parîse ya di navbera HTŞ, Tirkiyê û Îsraîlê pêk hat, HTŞ çeteyên DAIŞ û yên giredayî Tirkiyeyê jî di nav de, di 6'ê Çileyê de êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin. Piştî êrişên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çeteyan vê carê berê xwe dan herêmên Rêveberiya Xweser. Piştî êrişên çeteyan Rêveberiya Xweser seferberî ragihand û li ser seferberiyê li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat gel herikî qadan û tevlî seferberiyê bû. Bajarê Kobanê careke din ji aliye çeteyên weke DAIŞ, SMO, HTŞ û Tirkiyeyê ve hat dorpêçkirin û li dijî dorpeçe gelê Kurd ji bo parastina destkêftiyên şoreşê daketin qadan. Dayika Aştiyê Meyaser Kokmaz ku di dema berxwedana Kobanê de 6 mehan li ser sînorê Kobanê yê navçeya Pirsûsê di nobeda berxwedanê de bû anî ziman ku bi rihê yekitiyê çawa Kobanê hat rizgarkirin, divê bi heman rihî jî were parastin.

Bi berdelên giran Kobanê rizgar bû

Meyaser Korkmaz bi lêv kir ku ew heta rizgarkirina Kobanê li ser sînor di nobedê de bûne û derbarê wê nobetê de wiha qal kir: “Piştî DAIŞ'ê êrişî Kobanê kir, em bi hezaran kes çûn ser sînor. Em 6 mehan li ser sînor bûn. Heta rizgariya Kobanê em li ser sînor bûn. Berxwedaneke mezin hat dayin. Berxwedana me ya li ser sînor hêz dida şervanan jî. Bi ked û berdelên giran Kobanê rizgar bû. Bi gotinan em nikarin qala wan deman bikin. Berxwedaneke mezin bû. Gelê Kurd bi rihê yekitiyê, berxwedaneke mezin nîşan da. Ji Başûr heta Bakur Kurd bûn yek. Hemû Kurd bûn yek û li ser sînor tevî êrişên polîsan paş ve gav neavet. Li wê derê li gel sir û seqemê gelê Kurd li ber xwe da heta Kobanê rizgar bû.”

Bila li her derê aştî pêk were

Di dawiya axaftina xwe de Meyaser Korkmaz destnîşan kir ku êrişên li ser Rojava bandor li ser pêvajoyê jî dike û ev tişt gotin: “Weke Dayikên Aştiyê me her tim parastina aştiyê kir. Dîsa em parastina aştiyê dikin û daxwaza me jî aştî ye. Li Rojava zarok û jin tên kuştin. Ew êrişên li ser Rojava bandor li ser pêvajoya aştiyê ya li vir hatiyê destpêkirin jî dike. Em dibêjin bila kes nemire. Bila li her derê aştî pêk were. Em nahêlin Rojava bikeve û ev pêvajo jî têk biçe. Divê em her kes li vê pêvajoyê xwedî derkevin da ku li Rojava şer bisekine. Divê hemû gelê Kurd, Tirk û Ereb jî xwedî li aştiyê derbikevin da ku aştî jî pêk were.”

AW  /  RIHA / MAHMÛT ALTINTAŞ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.