Qanûnên azadiyê ne amûr in
Çarşem 31 Kanûn 2025 - 03:50

Hevseroka Şaxa OHD'ê ya Rihayê Gul Fehîme Bînîci behsa rêziknameyên qanûnî yên ku di çarçoveya pêvajoyê de hatine nîqaşkirin kir û got:"Qanûnên edalet û azadiyê yên veguhêz tawîz an bazarkirin nînin; ew guhertin û veguherîneke qanûnî ya pêwîst in ku aştiyê gengaz dikin."
Pêvajoya ku bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de dest pê kir, gihîştiye asteke ku nîqaş li ser çêkirina rêziknameyên qanûnî yên pêwîst dest pê kirine. Di demeke wiha de ku partiyên siyasî nêrînên xwe li ser pirsgirêk û çareseriya wê pêşkêşî Komîsyona Meclisê dikin, tê payîn ku komîsyon di serdema pêş de pêşniyazên xwe yên qanûnî pêşkêşî meclisê bike.
Hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Rihayê Gul Fehîme Binici nirxandina rêziknameyên pêwîst ên qanûnî ji bo çareserkirina pirsgirêkê kir û diyar kir ku Kurdan erk û berpirsiyariyên xwe bi cih anîne. Gul Fehmîme Binici got: "Lêbelê, aliyê din ê pêvajoyê, dewlet, hîn jî çarçoveyeke qanûnî ya berbiçav amade nekiriye. Bi rastî, berpirsiyariya dewletê ye ku ji bo demokratîkbûna siyasetê rêziknameyên qanûnî û destûrî çêbike. Di vî warî de, divê dewlet pêşî sepandina Qanûna Welatiyê Azad, Qanûna Aştî û Civaka Demokratîk û qanûnên azadiyê misoger bike, wekî ku birêz Abdullah Ocalan diyar kiriye."
Gul Fehîme Bînîci destnîşan kir ku gotina Abdullah Ocalan a "qanûnên azadiyê" behsa metneke qanûnî ya amade nake û got: "Ev gotin têgihîştineke yekpare ya hiqûqê temsîl dike ku ji bo entegrasyona demokratîk û edaleta veguhêz pêwîst e. Ango, ew ne ji hêla teknîkî ve 'qanûna bi hejmar' e, lê paradîgmayek hiqûqî ye. Qanûnên Azadiyê rêjeyeke hiqûqî ya nû temsîl dikin ku azadiya civak, takekesan û gelan dide pêşiyê, li şûna pergaleke hiqûqê ya dewlet-navendî û ewlehî-navendî. Armanca wê ew e ku rêziknameya hiqûqî ya kevn a li ser bingeha zilm û înkarê hatiye avakirin ji holê rake, dewletê ji 'hêzeke cezakirinê' veguherîne avahiyeke ku bi norman ve girêdayî ye û civakê ji hêla siyasî, çandî û rêxistinî ve azad bike."
MA/RIHA














