Mahmut Baksî; Teyrikê Çemê Xerzan

Nûçeyên Dosye

Sêşem 19 Kanûn 2023 - 00:29

  • Mahmut Baksî ewqasî ku ji xelkê xwe û Kurdistanê hez dikir, çend kar bi hev re dikirin. Her çend ew ji vê yekê ne razî be jî ji ber ku kes tinebû, wî ev kar hemû bi hev re dibirin serî. Hêviya wî ew bû ku Kurdistaneke serbixwe ava bibe û ew vegere welatê xwe li wir azad bijî. Lê qederê ev xweşî nekir para wî û li xerîbiyê wefat kir.

Zarokekî şûm ê ku ji cewrikan hez dike û bi wan re radikeve. Mahmut Baksî zarokatiya xwe bi van gotinan bi bîr tîne. Gava mirov li rik û cehda wî ya bêhempa dinihêre û dixwîne, mirov baş tê derdixe ku ew her “şûm” maye û piştî mezin bûye jî ev şûmbûna wî hêzeke afirîner pê re çêkiriye. Her wiha ji bo welat û zimanê xwe bi xelkên biyanî bide naskirin jî wî timî “şer” kiriye û kerba dilê wî ya li hember dijminên Kurdistanê ti carî kêm nebûye. Ma ne ew “Lawikê Xerzî” bû û xwe weke “Teyrikê Çemê Xerzan” didît. Weke wan teyrên azad û serbixwe. Ji lewma kesî nekarîbû wî di rikeh û qefesan de bigire û kedî bike. Ji lewma ji bo baskên wî ko nekin, reviya welatên xerîbistanê û li xerîbistanê, li surginiya bê wext “hêlînek”ek çêkir ji bo xwe. Ji lewma weke “teyrekî xerîb” li Ewrûpa hate nasîn, teyrê xerîb ê ku bi bayê Kurdistanê hatibû û ev ba li seranserî Ewrûpa digerand.

Karek dikir ê din nîvco dima

Mahmut Baksî gava weke sirgunekî Kurd li Ewrûpayê bi cih dibe jî “ti carî qewmê xwe înkar nekir” û her ji bo Kurdan xebitî. Ji xebatan muhimtir, wî xwe li Swêdê weke Kurdekî da qebûlkirin û Kurd bi Ewrûpiyan dan naskirin. Ew bi pirrhêliya xwe jî tê nasîn û tevî hevala xwe Elin Classon di gelek waran de xebat birine serî. Yanî ew tenê ne nivîskar, her wiha stranbêj, derhêner, komedyen û spîker bû jî. Derheqê vê pirrhêliya xwe de di hevpyevîneke ku Firat Cewerî sala 1992’yan pê re kiriye, dibêje; “Ya rastî heger spîkerên me hebûna, min ê spîkerî nekira. Derhênerên me hebûna, min ê derhênerî nekira. Stiranbêjên me yên baş hebûna, min ê stranbêjî nekira. Lê ez çi bikim, ez dixwazim binivîsînim, aliyê din vala dimîne. Ez xwe davêjim yê din, yê din nîvco dimîne. Gava ez van karan hemiyan bi hev re dikim, hemû jî nîvco dimînin. Romannivîskariya min nîvco dimîne, stranbêjiya min nîvco dimîne, ez ji birayê xwe re bibêjim, gava ez spîkeriyê dikim, henekan dikim, erê ez xelkê dikenînim, lê dilê min bi xwe ne şa ye. Ev karên ha divê hemû bi profesyonelî bêne kirin. Lê bi xêr ku Kurdistan çêbibe, wê çaxê kesek penc-şeş karan bi hev re nake.”

Divê herim tûrikê xwe dagirim

Mahmut Baksî yekî pirr henekçî û afirîner bû. Gava civatek bihata danîn, ew her tim “gula” civatan bû. Lê di hin meseleyan de jî pirr ciddî bû û piştî xebatên salan ên li Ewrûpayê, hesreta welat zor da dil û mejiyê wî. Wî dixwest vegere Kurdistana xwe û digot; “Divê em nivîskarên Kurd rahêjin pênûs û defterên xwe û em berê xwe bidin Kurdistana xwe. Êdî dem hatiye divê em vegerin.” Baksî dida zanîn ku tûrikê wî vala bûye û ji bo tûrikê xwe dîsa dagire, diviyabû ew vegere welatê xwe. Wî ji bo îlhama ji nû ve nivîsandinê digot; “Ez herim li ba Zibarê Emihê rûnêm, li ba Perîxanê rûnêm, herim ba Aso, herim ba yên din, neh deh tûrikan bi dev re tije bikim û rûnêm binivîsînim.” 

Hevaltiya wî û Ahmet Kaya

Mahmut Baksî haziriya vegera welat dikir û dixwest li Kurdistanê ji nû ve tûrikê xwe dagire da ku karibe romanên nû binivîse. Lê beriya ew ji Ewrûpa vegere welat, nexweşiyê zora wî bir. Ew û Ahmet Kaya dostê hev du bûn û li ser mirinê bi hev henek dikirin. Ahmet Kaya digot, “Mahmut abê, ez pirr xemgîn dibim ji ber ku ez ê beriya te bimirim. Ez dixwazim rojên te yên xweştir bibînim.” Ahmet Kaya di 16’ê Mijdara 2000’î de wefat kir. Weke ku ji mêj ve bi mirina xwe zanibe. Piştî ku ew mir, bi mehekê Mahmut Baksî jî da pey wî û di 19’ê Kanûna 2000’î de wefat kir. Du hevalên hev ên qenc bûn ew û Ahmet Kaya, yekî dixwest beriya yê din bimire. 

Mahmut Baksî kî ye?

Nivîskar û rojnamevanê Mahmût Baksî, sala 1944’an li gundê Suphî yê navçeya Hezo ya Êlihê hat dinê. Baksî, sala 1967’an li Rojnameya Batmanê dest bi rojnamevaniyê kir û sala 1969’an de jî romana wî ya ewil “Mezra Botan” çap bû. Baksî ku sala 1968’an bû Serokê Navçeyê yê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP), di heman salê de jî bi awayekî çalak di nav Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) de cih girt û dest bi kar û barên sendîkayê kir. Wî çaxî, ji ber kar û barên xwe yê siyasî 15 sal ceza li Baksî hat birrîn û lewma mecbûr ma biçe Swêdê. 

Li Swêdê di rojnameya “Aftonbladet” û gelek rojname û kovarên din de xebitî. Baksî, 22 salan rojnamevanî kir û ji bo televîzyonên Swîsreyê bernameyên zarokan amade kirin. Pirtûka wî ya ewilî ya ji bo zarokan “Zarokên Îhsan” sala 1978’an hat çapkirin û li dibistanên Swêdê di çarçoveya dersên Kurdî de hat xwendin. Her wiha romana wî “Keça Kurd Zozan” jî bû mijara filmê kartonî. Romana wî ya bi navê “Hêlîn” di qada navneteweyî de xelat wergirtin. Baksî di 56 salên temenê xwe de 22 pirtûk nivîsandin û pirtûkên wî li 10 zimanan hatine wergerandin, di 19’ê Kanûna 2000’î de li Stcokholmê ji ber pençeşêrê wefat kir û li ser wesiyeta wî li Amedê hat veşartin.

Berhemên bi Kurdî

Berhemên Mahmut Baksî yên bi Kurdî li jêr in: 

Zarokên Îhsan (1978)

Keça Kurd Zozan (1979)

Hêlîn (1984)

Gundikê Dono (1988)

Her Teyr Bi Refa Xwe Re Difire, Weşanên Mezopotamya (Bi Kurdî û Tirkî; 1999)

Serhildana Mala Eliyê Ûnis (2001)

Diyaloga bi Ocalan re

Di dema komploya navneteweyî de di nava kesan de ku Ocalan ew li Romayê hewandin û bi wan re rûnişt, Mahmut Baksî jî hebû. Mahmut Baksî di kitêba li ser pêvajoya komployê ya li Romayê de bersiva Ocalan li ser pirsa, “Çima tu hatî Ewrûpayê” dinivîse. Ocalan jê re gotiye: Birayê delal pirseka pirr girîng e. Bi Yewnanistanê re têkiliyên me yên dostanî hebûn. Di 5´ê Cotmeha 1998´an de ji Yunanistanê serbazekî teqawît bi heyeteke giran a ji wekîlan pêk tê, hatin serdana min. Ez vexwendim Yewnanistanê. Em bihevalên xwe ve li ser vê pirs û pêşniyazê gelekî hizirîn. Di dawiyê de em gehiştin wê encamê, em ê li Ewrûpayê bi rêxistin bibin û ji qada îlegal derkevin, bikevin qada legal, hê baştir dibe. Min dikarî ez li çiyê jî bimanama, lê li çiyê ev pirsa giran çareser nedibû. Ger ez li çiyê bimanama, xeta şer wê bidoma, heger ez biçûma Ewrûpayê xeta aşîtiyê wê bi pêş biketa. Me her tim israra aşîtiyê kir. Îro li Roma jî em israra aşîtiyê dikin.*

* Mahmut Baksi. Roma Yuruyuşu (Meşa Romayê), Weşanên Aram 2000. Rûpel 31

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.