
Kanîreşiyên li Elmanyayê ji bo xwedîderketina li nasname û nirxên xwe yên çandî 'Şevbihêrka Kanîreşê' lidar xistin. Şevbêrk li bajarê Wuppertalê pêk hat û veguherî platformeke piştevaniyê.
Şevbêrk ji aliyê Karlıova Deutschland Kultur Bildungsverein (Komeleya Çand û Perwerdeyê ya Elmanyayê ya Kanîreşê) ve li bajarê Wuppertalê hate birêxistinkirin û gelek kes tevlî bûn. Çalakî veguherî platforma piştevaniya çandî.
Hozan Şemdîn, Hozan Zozan, Huner Ayzon, Memozan û Ûlaş Kelaşîn derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.
Salona şevbêrkê jî bi rengê çandî yê Kanîreşê hate xemilandin. Hevserokên DEM Partiyê yên Kanîreşê jî bi telefonê peyam şandin ji şevbêrkê re.
Rayedarên komeleyê jî diyar kirin ku armanca wan ji çalakiyê xwedîderketina li çand û nasnameya li dîasporayê ye.
ANF














