Klîpek nû; ‘Heyran Dê Rabe’

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 26 Mijdar 2025 - 00:51

Colemêrg Collective ya ku li Colemêrgê xebatên xwe yên muzîkê didomîne, strana xwe ya nû ya bi navê “Heyran Dê Rabe” bi guhdaran re parve kir. Ev berhema gelêrî ya ku ji mîrasa muzîkê ya kûr tê, bi aranjeyeke nûjen careke din hat şirovekirin.

Koma muzîkê ya Colemêrg Collectiveyê awazên gelêrî yên Badînanê bi melodiyên nûjen re li hev anî û xebateke nû weşand. Projeya dawî ya komê “Heyran Dê Rabe”, wekî yek ji berhemên gelêrî yên hezkirî yên Colemêrgê li ser platformên dîjîtal cihê xwe girt.

Yek ji solîstên berhemê Musa Ertûş ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku di nava muzîka gelêrî ya Colemêrgê de cihekî taybet ê vê stranê heye û got: “Ev berhem bangewaziya evîndarekî ye. Di stranê de aşiq ji yê ku jê hez dike re dibêje ‘rabe em herin’ û daxwaza çûna çiya û zozanan tîne zimên.” Ertûş destnîşan kir ku dema wan parçe şîrove kiriye, wan hewl daye kûrahiya hestyarî ya berhemê biparêzin.

Endamên komê da zanîn ku armanca sereke ya Colemêrg Collectiveyê ew e ku muzîka gelêrî ya Kurdî û zengîniya folklorî ya Colemêrgê bi awayekî nûjen û dilsozê koka wê bigihîne nifşên nû. Îmra Aydin aranjoriya berhemê kiriye û binesaziya muzîkê ya vê strana anonîm bi Kadir Kilinç re amade kiriye. Tomar û sererastkirina stranê ji aliyê Îmra Aydin ve hatiye kirin, mix û masterîng jî aydî Erman Aydoner e.

Erhan Karahan û Omer Kaplan derhênerî û montaja klîbê kir ku tê de xweşikiyên xwezayî yên Colemêrgê tên nîşandan.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.