Ji bo zerarên xelkê tenê 15 hezar TL

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 14 Sibat 2026 - 00:23

Li Colemêrgê ji ber berfa zêde ku hinek deveran gihîşt 2 metreyî, di 2’ê Çileyê de li navçeya Rûbarokê ya Colemêrgê bi dehan sera hilweşiyan û welatiyan bi milyonan TL zarar kirin. Hate zanîn ku beşekî mezin ê serayên hilweşiyane bi bexşên Mudiriyeta Çandiniyê hatine çêkirin. Welatiyan diyar kirin ku piştî hilweşanê li saziyên têkildar geriyane û daxwazname pêşkêş kirine lê Qeymeqamtiyê ji bo zerara wan tenê 15 hezar TL dane wan, lêbelê ev heqê zerara wan dernaxe û ji bo telafiya zerarê bang kirin. Welatiyê bi navê Leşkerî Elîkirik ê ku ji ber berfê 5 serayên wî hilweşiyan, diyar kir ku tu sazî piştigiya wî nekiriye û got:’’Qeymeqamtiyê em aresteyî AFAD’ê kirin, lê komên AFAD’ê ji ber ku sîgortayên serayên me nebûn alîkarî nedan. Em piştgiriyê dixwazin. Me daxwazname pêşkêşî Qeymeqamtiyê û Miduriyeta Çandiniyê kir, lê bersiva me nedan.” Hurşît Ustundag ê ku li Rûbarokê 6 serayên wî hilweşiyane got:“Lêçûna serayekî 150 hezar TL ye lê ji bo zerarê 15 hezar TL dane me. Di serayê de 3 hezar û 500 şitil hebûn û kirîna wan zehmet e.” Tarkan Can jî diyar kir ku çavkaniya debara wan sera bûne û gelek zerar kirine û got:“Ji ber berfê serayên me hilweşiyan. Çavkaniya debara me ev sera bûn. Me dîmen û belgeyên zerarê şande qeymaqemtiyê lê bersiva me nedan. Xwesteka me telafiya zerarên me ye.” 

Welatî li bende bersivên daxwaznameyan in.

MA/COLEMÊRG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.