Nabe ku Ocalan girtî bimîne
Şemî 31 Gulan 2025 - 03:40
PKK li gorî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevgeriya, 12’emîn Kongreya xwe li dar xist û biryara fesixkirinê da. Bi ser biryarê re 3 hefte derbas bûn lê îktîdar û dewletê heta niha jî tu gav neavêtiye. Wekîlê DEM Partiyê yê Colemêrgê û endamê Komîsyona Edaletê ya Meclisê Onur Duşunmez, diyar kir ku di serî de girtiyên nexweş divê hemû girtiyên siyasî bên berdan, sepana tayînkirina qeyûman bi dawî bibe, Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê (TMK), Qanûna Muhakemeyên Cezayê (CMK) û Qanûna Cezayê ya Tirk (TCK) bên guherandin. Duşunmez, got ku heta niha jî di van daxwazên gel de tu gav nehatine avêtin.
Helwesta şer didome
Duşunmez, diyar kir ku tevî biryara PKK’ê jî êriş berdewam dikin û ev rewş jî fikarên gel zêde dike û got:“Weke DEM Partiyê em amade ne ji bo aştiyê berdêla hewce bidin. Lê divê ev êrişên heyî bên bidawîkirin. Bi êrişan re wê encamek ji pêvajoyê neyê girtin. Divê pêşiya siyaseta demokratîk were vekirin, azadiya xwerêxistinkirinê hebe û astengiyên li pêşiya xwebirêxistinkirina demokratîk bên rakirin.”
Gel li benda sererastkirinan e
Duşunmez, da zanîn ku hevdîtina bi Rêber APO re hêj jî girêdayî destûra Wezareta Dadê ye û got:“Şande, dikarin di bin kontrola dewletê de biçin. Rojnameger, parastvanên mafan, wekîl, gel, Dayikên Aştiyê û hwd. nikarin biçin serdana Girava Îmraliyê. Hevdîtinên parêzeran jî tune ne. Tenê di cejnê de hevdîtina malbatê çêbû. Ev rewş nayê qebûlkirin. Ji hêla hiqûqî ve nikare bê vegotin. Ji ber ku pergala li vir girêdayî tu pergala qanûnî nîne, xweser e û rûmeta mirovan binpê dike. Birêz Ocalan aktorê sereke yê aştiyê ye û ji bo vê rola xwe baş bilîze divê ji tecrîdê bê derxistin û ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Divê Tirkiye mafê hêviyê cîbicî bike. Girtîmayîna birêz Ocalan nayê qebûlkirin.” Duşunmez, da zanîn ku gel li benda sererastkirina înfazê ye û got:“Ez endamê Komîsyona Edaletê me lê heta niha tu tiştek nehatiye ber destê me. Divê ev sererastkirin tavilê bên Meclisê. Divê xalên cihêkar ên di TMK'ê de bên rakirin, rejîma înfazê wekhev bê cîbicîkirin, Lijneyên Çavdêrî û Îdareyê bê rakirin, girtiyên nexweş bên berdan.”
MA/MAZLÛM ENGÎNDENÎZ