Tenê salê saetekê diçin gundên xwe
Duşem 15 Kanûn 2025 - 03:47

Gundên Bilêcan, Marîfan, Şivîşk, Talîsan, Seranî, Ertoş, Erbîş, Erîj, Şiliko, Hîlcaş, Canmeda, Bêcelan, Helalî, Şîvrezanê, Jiyaniş, Serêsêvê, Bê, Şûke, Gorbe yên navçeya Çelê ya Colemêrgê; Şûkê, Zerê, Dêrê, Çevrecik, Bêlî, gundê Demirî, Elesan, Nirik, Oramar yên Geverê; Bogalte, Herkî, Bodavî, Bayê, Raşîda, Doyê, Tuyo yên Şemzînanê qedexe ne. Çûyîna 35 gundên Colemêrgê zêdetirî 30 sal in qedexe ye. Welatiyên ku zêdetirî 30 sal in nikarin biçin gundên xwe, anîn ziman ku rexmê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî qedexeyên li herêmê hîn nehatine rakirin û xwestin ku biçin gundên xwe û tev li pêvajoya avakirinê bibin. Recep Aktaş ê 65 salî ku 30 sal in nikare biçe gundê xwe yê Marîfanê, diyar kir ku van qedexeyan bi awayekî keyfî tên domandin û mafê wan ê vegerê bi salan e hatiye rawestandin û got:“Dewletê di salên 90’î de dest bi ferzkirina sîstema cerdevaniyê li gundan kir. Ji ber ku me 60 malan cerdevanî qebûl nekir, em neçar man ji gundê xwe koç bikin. Dema em hatin Colemêrgê jî me gelekî zehmetî kişand. Me zehmetiyên debarê dît. Piştî gund hat valakirin, hat şewitandin. Tiştek li gund nehiştin. Mirov bi tirs û xofê, bi lingên tazî neçar man ji gundên xwe derkevin. Tevî ku salek e ev pêvajo dest pê kiriye, hîn tu gavek hiqûqî nehatiye avêtin. Gotinên xweş dibêjin, lê di pratîkê de tiştek tune. Tevî vê pêvajoyê jî em hîn bi destûrê diçin gundên xwe, gundên me hîn qedexe ne. Madem pêvajo heye, aştî heye; madem PKK'ê çekên xwe şewitand, êdî bila dewlet jî ya pêwîst bike. Bila qedexeyên li ser gundên me rake, em biçin gundên xwe. Kesên diçin, tavilê li ser wan lêpirsîn û doz tên vekirin. Jidilbûna xwe di vê pêvajoyê de nîşan bidin, qedexeyan rakin, em biçin gundên xwe.”
PKK vekişiya lê qedexe ji bo çiye?
Remziye Akbaş (50) a ji gundê Şivişkî yê Çelê, anî ziman ku heke qedexe rabe ew ê gundên xwe ji nû ve ava bikin û got:’’Berî gundê me were valakirin, jiyan hebû. Her malê herî kêm 150 pez hebû. Tevahiya gund debara xwe bi vî awayî dikir. Lê gundên me hatin valakirin û 37 sal e em nikarin biçin. Salê carekê di saet 10.00’an de diçin û em tenê dikarin saetekê bimînin. Em malbatên welatparêz in, lewma têketina me qedexe ye. Zêdetirî 30 salan e ez neçûme gund. Niha jî ger bêjin herin, em ê herin, gundê xwe ava bikin û li wir bijîn. Heta niha PKK’ê dikirin hincet, lê PKK’ê ragihand ku ji van deran vekişiyaye. Gelo çima ev qedexeyên heyî hîn didomin, çima em nikarin biçin gundên xwe?”
Em dixwazin gundên xwe ava bikin
Omer Akbulak (62) ê ji gundê Seranî yê Çelê jî got:"Em li gundên xwe ji dayik bûn, em li wir mezin bûn û me jiyanek ava kir. Em dixwazin dîsa bi awayekî azad biçin gundên xwe û li wir bijîn. Bi zorê em derxistin. Ev 30 sal in em nikarin biçin gundên xwe. Tenê di payîzê de carekê destûr tê dayîn, ew jî çend saetan e. Niha ji bo qedexeya gundan tu hincet nema. Ger ew di vê pêvajoyê de jidil bin, divê ev qedexeyên li ser gundên me rabin.” Gurgîn Bozdag ê ji gundê Talisa yê Çelê, wiha got:"Hîn jî baş tê bîra min; ez biçûk bûm, dewlet hatibû gund. Bavê min serberjêr daliqandin, xwê bi lingên wî didan û lêdidan. Ev qet ji bîra min naçin. Keça min 5 roj û 5 şevan rastî îşkenceyê hat, tayek por bi serê wê ve nehiştin. Lê girêdana me ya bi axa me re qet kêm nebû. Em hîn jî ji gundê xwe pir hez dikin. Her yek ji me 500-600 pez hebû. Lê dewletê ji bo me kir kabûsek. Berê digotin 'PKK heye' û ji ber vê yekê qedexe dikirin. PKK'ê hêzên xwe vekişand, lê dewletê tu gav neavêt û gundên me hîn qedexe ne. Em dixwazin gundên xwe ava bikin, em dixwazin zarokên me vegerin malên xwe, em dixwazin deriyên girtîgehan jî vebin.”
MA/ZEYNEP DURGUT















