Li Kurdistan talana xwezayê

Pêncşem 22 Gulan 2025 - 03:25

Li ser sînorê Îranê û Herêma Kurdistanê û Colemêrg demeke dirêj e bûye hedefa şîrketên madenê. Bi taybetî di dema AKP'ê de xebatên madenê yên li bajêr gelekî zêde bûne. Ji ber ku qadên jiyanê yên ji bo zindiyan yek bi yek tên tinekirin, şîrketa ku van xebatên madenê dimeşîne yek jî jê endamê AKP'ê Îsmît Olmez e. Olmez ku di hilbijartinên herêmî yên dawî de li navenda bajêr ji AKP'ê bû namzetê hevşaredariyê, ji destpêka salên 2000'î û vir ve li qadên cuda madenê derdixe. Fîrmaya Madenê ya Meskan heta roja îro zerareke cidî da xwezaya bajêr. Di nava herêmên ku xebatên madenê lê balê dikişîne de gundên Marûnis û Çemka jî hene. Li ser pêşniyar pirsa ku parlamentera HDP'ê ya Colemêrg Oznur Bartin pêşkêş kir, Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî diyar kir ku li tevahiya bajêr 161 ruhsatên madenê hene. Hate parvekirin ku ji van ruhsatan 127 jê ji bo keşfê ne, 34 jî ji bo xebatê ne. Wezaretê her wiha destnîşan kir ku ji 161 ruhsatên madenê yên heyî tenê 21 jê xwedî destûra xebitandinê ne. Lê belê herî kêm 39 şîrketên madenê li qadê bi rengekî çalak dixebitin.

Hertim qedexeyan radigihînin 

Şîrketên ji madenên mîna Çînko, sifir, zêr û kromê sûdê werdigirin. Çopên madenê bi giştî li çavkaniyên avê yên bajêr tên avêtin. Li herêmên ku xebatên madenê lê tên kirin, qadên daristanî tên tinekirin, çandinî û sewalkarî jî bandorek neyînî lê dike. Her wiha herêmên çiyayî jî ji ber tunelên ku vebûne tên wêrankirin. Ketina herêmên ku cihên madenê lê hene qedexe ye. Herêmên ku bi giştî bi hinceta "ewlekariyê" hatine qedexekirin, ji aliyê leşkeran ve tên parastin. Rojnamevan û kesên ji sektorên cuda, ketina wan a herêmê tê astengkirin. 

Di salên dawî de nerazîbûnên li dijî xebatên madenê zêde bûn. Niştecihên Marunisê demek berî demekê çalakiya nobetê ya 50 rojî dan destpêkirin. Doza li ser betalkirina destûra madenê ji aliyê gundiyan ve hat vekirin, dewam dike. Dadgeha Îdareyê ya Hejmar 5 a Wanê biryara "rawestandinê" da. Daxwaza betalkirina destûrnameyê wê di qonaxên piştre de bê nirxandin.

Cerdevan bi gefan îmzeyan kom dikin

Li çiyayên Gabar, Cûdî û Cilênimêja yên Şirnexê û li herêmên Besta, Qeşûran, Komato û Feraşînê zêdetirî 5 sal in di bin çavdêriya leşkeran de dar tên birîn. Li gel qirkirina xwezayê ya cerdevan dikin, li hêla din bi lêgerîna petrolê jî xwezaya bajar tê talankirin. Bi germbûna hewayî re birîna daran dîsa dest pê kir. Li herêmên ku ji hêla Walîtiya Şirnexê ve her 15 rojan carekê weke “herêmên ewlehiya taybet” tên ragihandin, qirkirina daran didome. Di demên dawî de tê xwestin ku li qadên nû yên Şirnexê jî dar bên birîn. Hat zanîn ku ji bo li gundên Melêsê û Hemkayê yên Elkê ya Şirnexê dar bên birîn, cerdevan îmzeyan kom dikin. Hat ragihandin ku cerdevanên li bajarokê Sêgirkê yê navçeya Qilebanê birine gundên Melêsê û Hemkayê û van cerdevanan gef li şêniyên gund xwarine û îmze kom kirine. Hat zanîn ku cerdevan amadekariyan dikin ku li qadeke biqasî 100 doniman daran bibirin. Kesekî ji gundê Melêsê u nexwest navê xwe bide, got:“Du meh berê cerdevanên Sêgirkê anîn her du gundan. Ji me re gotin ‘Dê darên qereqolê bên birîn.’. Keyayê gund jî rastiyan ji me vedişêre. Cerdevanan, daxwazname anîne gund û dixwazin gundî îmze bikin. Cerdevanan ji gundiyan re gotin; ‘Dema îmze hatin avêtin wê leşkeriye dest bi birîna daran bike.’ Lê belê dema me ev ji Midûriyeta Çandinî û Daristanan a Şirnexê pirs kirî, gotin ku tiştekî wisa tune ye. Gotin ku ji bo vê herêmê tu biryarên birîna daran tune ne. Heke gundî jî daxwaznameyan îmze nekin, wê nekarin daran bibirin. Li gund tu qereqol jî nînin lê dibêjin em ê ji ber ‘ewlehiyê’ bibirin. Xelkê gund bi leşkeriyê ditirsînin. Dixwazin darên me bi darê zorê bibirin. Em naxwazin darên me bên birîn. Bila her kes dengê xwe derxîne.” 

Endamên Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê jî bal kişandin ser gefên li şêniyên gund hatine xwarin û gotin:“Niha jî çav berdane gundê Hemkayê. Di demên berê de li Elkê gef li gundiyên herêma Komatoyê xwaribûn û darên wan birîbûn. Niha jî heman rêbazê li dijî gundiyên Hemkayê diceribînin. Bi aşkerayî gefa ‘An bibe şirîkê sûc û pereyan qezenc bike yan jî bêdeng be’ li gundiyan dixwin. Yên ku Gabar û Cûdî bêdar hiştin, dixwazin Elkê jî tune bikin. Heke em îro nekevin nava tevgerê wê Şirnex veguherî çolê.” 

MA/COLEMÊRG-ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.