Ji bo pêvajoyê divê gav bêne avêtin
Duşem 1 Îlon 2025 - 03:35
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî mehekê hevdîtin bi Rêber APO re kir. Di hevdîtinê de ku sê saetan dewam kir, Rêber APO destnîşan kir ku civaka demokratîk, aştî û entegrasyon sê têgehên diyarker ên vê pêvajoyê ne û li ser vê bingehê dikarin encamê bi dest bixin. Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çîçek ku di nava komîsyonê de cih digire, anî ziman ku Rêber APO banga herî dawî beriya her tiştî li desthilatdariyê kiriye û got:“Li gorî karakterê pêvajoyê divê sererastkirinên qanûnî bêne kirin.”
Çîçek anî ziman ku di rojên pêş de li gel akademîsyenên ku li ser pirsgirêka Kurd dixebitin wê li rêxistinên kedê bê guhdarîkirin û destnîşan kir ku bi qasî derdorên cuda yên civakê girîng e li aliyên esasî yên vê pêvajoyê bê guhdarîkirin. Çîçek diyar kir ku yek ji aktorên herî girîng ên aliyan Rêber APO ye ku bi banga 27’ê Sibatê re pêşî li pêvajoyê vekir, kir ku rêxistin gavê biavêje, biryarê werbigire û anî ziman ku ji bo serketina pêvajoyê divê komîsyon li Ocalan guhdarî bike. Çîçek ragihand ku ev mijar hîn neketiye rojeva komîsyonê û got:“Birêz Ocalan muxatabê sereke û aktorekî welê ye ku herî zêde li ser vê pêvajoyê disekine, tevkariyê lê dike, dema ku krîz rû didin pêşî li pêvajoyê vedike, karê wê hêsan dike û di heman demê de pêşniyarên çareseriyê yên herî maqûl dike. Ger em dixwazin vê pirsgirêkê ji aliyê civakî û siyasî ve çareser bikin û ji zemîna şer dûr bixîn, divê nêrînên Birêz Ocalan bêne wergirtin.”
Entegrasyon beramberbûn e
Cengîz Çîçek peyama ‘Civaka demokratîk, aştî û entegrasyonê sê têgehên diyarker ên vê pêvajoyê ne’ ya Rêber APO nirxand, ku di hevdîtina piştî mehekê de anî ziman. Çîçek diyar kir ku mebesta Ocalan a ji entegrasyona demokratîk ne ew e ku komeke biçûk di nava komeke mezin de bihele yan jî komek beşdarî komek ku mezin û xurt tê dîtin bibe; ya ku işaret pê kir yekbûna beramber e û got:“Pîvana bingehîn a entegrasyona demokratîk beramberbûn e. Li aliyekî hêzên civaka demokratîk -di nav de Kurd jî hene- li aliyê din jî dewlet heye. Entegrasyona demokratîk ew e ku civaka demokratîk û dewlet li dora pîvanên demokratîk bibin yek û hev nas bikin. Mebesta me ji yekbûnê ev e; dewlet gavên demokratîkbûnê biavêje, di vê mijarê de divê sererastkirinên qanûnî bike. Ji ber vê yekê asîmîlasyon nîne, tinekirin nîne, helandina yekê di nava ya din de nîne, windakirina nasname û xweseriya xwe nîne.”
Pêş hertiştî ji bo desthilatdariyê ye
Çîçek diyar kir ku banga Rêber APO beriya her tiştî li desthilatdariyê ye û got:“Birêz Ocalan di vir de wê peyamê dide ku ji bo rêveçûna pêvajoyê divê hin gav bêne avêtin. Divê li gorî karakterê pêvajoyê sererastkirinên qanûnî bêne kirin. Li pêş çavê me hemûyan di 11’ê Tîrmehê de merasîma şewitandina çekan hebû. Li wir hin daxuyanî hatin dayin. Yên ku çek danîne wê bi çi rengî tevlî nava jiyana siyasî û civakî bibin? Ji Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê heta bi Qanûna Ceza ya Tirk û Qanûna Mûhakemeyên Ceza bi giştî divê sererastkirinên demokratîk li qanûnan çêbibe, yan jî hin qanûnên antî demokratîk, yên bi aqlê ewlekariyê hatin amadekirin bêne neqandin. Em di nava pêvajoyeke bi vî rengî de ne.’’
ANF/ZEYNEP KURAY