Jeotermal xwezaya me tune dike
Duşem 25 Tebax 2025 - 03:35
Walîtiya Çewligê di 30’ê Adara 2023’an de ji bo xebatên lêgerîna ava jeotermal a li gundê Licikê ya navçeya Kanîreş a Çewligê rapora “Hewcehî bi ÇED’ê nîne” da. Piştî vê biryarê, Şîrketa Madenvanî û Înşaetê ya Kurbanê li gund xebatên lêgerîna ava jeotermalê da destpêkirin û gefeke mezin li ser qadên jiyanê yên li herêmê dixwe. Bêrîvanên gund jî li dijî van xebatan nerazî ne. Turkan Abayli (49) ku 30 sal in li herêmê bêrîvaniyê dike û debara xwe bi vî karî dike, diyar kir ku bi xebatên jeotermalê re wê bêrîvaniya li herêmî jî tune bibe.
Turkan Abayliyê, da zanîn ku di sala 1990’an de zewicî ye û li gundê Licikê bicih bûye. Turkan Abayliyê, diyar kir ku şewitandina gundan, valakirina gundan, zext û êşkenceyên wê demê zirareke mezin da gel û got:“Piraniya xelkê herêmê wê demê ji cih û warên xwe hatin koçberkirin. Em jî çûn Îzmîtê û di salên 2000’î de dîsa vegeriyan gundê xwe. Lê dema em hatin, ne av hebû ne jî rê. Li gel vê jî me jiyaneke nû ava kir. Zêdetirî 30 sal in bêrîvaniyê dikim. Serê sibehê ji bo şivanan xwarinê amade dikin û piştre diçin ser karê xwe. Em diçin pezê xwe didoşin. Saet derdora 12.00-13.00’ê jî dîsa tên malê. Li malê jî em carnan penîr carnan jî jajî çêdikin. Heta em firavînê jî amade dikin saet derdora 4 û nîvê dîsa diçin pez didoşin. Jixwe heta em vedigerin saet dibe dora 20.00’an. Heta em şîrê xwe dikelînin û amade dikin jî saet dibe dora 22.00-23.00. Serê sibehê em radibin dîsa heman karan dikin.” Turkan Abayliyê anî ziman ku jiyana li gund û karê wan ji ber xebatên jeotermalê di bin xetereyeke mezin de ne û got:“Dema li vir jeotermal hate avakirin wê demê xelk wê neçar bimîne ji vir koç bike. Baş e lê ev xelk dê bi ku de biçe? Em naxwazin gundê xwe berdin û ji gundê xwe bibin. Em qet naxwazin kesên biyanî bên dest danin ser vê derê. Bila demek beriya demekî ji vir biçin û hizûra me xera nekin.”
MA/HEVAL ONKOL