Sembola berxwedan azadî û edaletê ye
Duşem 1 Îlon 2025 - 03:40
Nivîskar û çalakvana Sûriyeyî Sara Ebas der barê kampanyaya "Ez dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim" de axivî. Sara Ebas di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser kesayeta Rêber APO û got:“Rêber Abdullah Ocalan ne tenê kesayetek siyasî ye. Ew semboleke neteweyî ye. Sembola Berxwedan û baweriya azadî û edaletê ye. Ramanên wî sînorên heyî derbas kirine. Hêviyên nifşên pêş ên demek dirêj ji tundî û zulmê derbas kirin, vedijîne. Rêber Abdullah Ocalan doza gelê xwe li ser milê xwe kiriye. Ji bo pêkanîna paşerojeke aştiyane û wekhev, rojekê gav paş de ne avêt. Ji vir jî sekna mirovî li kêleka wî û daxwaza rakirina tecrîda ferizkirî, erka mirovî ye. Rêber Abdullah Ocalan xwediyê pirojeya çarserî û demokrasiyê ya ji bo pirsgirêka kurd e. Di heman demê de zemîna famkirina têkiliya di nava gelan de avakiriye. Têkiliya li ser esasê edaletê û mafê mirovan pêş xistiye. Hemû sîstemên serdest ên li ser esasê tundiyê hatin avakirin, ev xet esas girtin. Rêbertî sîstema baviksalarî bi tundî rexne dike. Têkiliya wê ya dîrokî bi damezirandina destpêkê ya dewletê ve girêdide. Wê wekî nexweşiyeke di mirovahiyê de çêbûye, bi nav dike. Sîstema serdestiya mêr jinan dûr dixe û rola wê dide aliyekî. Di felsefeya xwe de jinan wekî qurbanî nahesibîne. Berûvajî di felsefeya wî de jin jêdera hêza şoreşan e. dikare di aliyên civakî û siyasî de guhertinan çêbike. Rêbertî jinan dixe cihê wê ya aktîf. Çi li malbatê û çi di nava siyasetê de. Ev di qada parastina rewa de jî derbasdar e. Ezmûna Rêberiya Xweser a li Rojava piratîzekirina felsefeya wî ye. Nameya min wekî jinek ji vê nerînê tê. Bêyî azadiya jinan demokrasî nepêkan e. Ji lewma şikandina qeydên baviksariyê şerteke sereke ya pêkanîna edalet û wekheviyê ye. Li ser vî esasî banga min a pêkanîna danûsteninê tê. Rola jinan di misogeriya pêşeroja li ser esasê parastina nirxên azadî û rumeta mirovan de, pêk tîne.”
Sara Ebas parêzer û çalakvaneke Sûriyeyî ya ji parêzgeha Tertûs e. Asta Majistêr di Rêveberiya Giştî de wergirtiye. Nivîsên wê li ser mijarên girêdayî parastina jinan û mafê mirovan di nava civakên Rojhilata Navîn de pêk tîne.
ANHA