Ava 3 hezar kesî jehrî bûye
Duşem 25 Tebax 2025 - 03:40
Şirîkatiya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) di sala 2020’an de li Çiyayê Gabarê yê Şirnexê lêgerîna petrolê da destpêkirin. Ji ber van xebatan, her devera çiyê hatiye qelişandin û texrîbateke mezin da yê. Li gel daristanên li herêmê, her wiha kanî û qadên jiyanê jî hatin tunekirin. Gundên Ziyaret-Şêxêreş û Dêranê yên girêdayî navenda Şirnexê ku nifûsa wan 3 hezar e, li quntarê Çiyayê Gabarê ne. Kaniyên wan ên avê ku zêdetirî 100 sal in pêdiviya wan a bi avê pêşwazî dikir, piştî lêgerînên petrolê yan qirêjî bûn yan jî ziwa bûn. Gelek kes, ji ber ava qirêjî bûyî nexweş ketin. Ji ber qirêjîbûna avê, hem ajalên gund hem jî zeviyên çandiniyê bêav man. Şêniyên gund gelek caran têkildarî mijarê serî li walîtî û saziyên têkildar dane lê heta niha jî pirsgirêk nehatiye çareserkirin û xebatên lêgerîna petrolê her ku diçe zêdetir dibin. Xelkê herêmê, ji vê rewşê aciz e. Fatma Meteyê da zanîn ku ev du sal in petrol tevî ava wan a vexwarinê dibe û got:“Ji ber petrolê ava me mîna herî û petrolê diherike. Baxçeyên me ziwa bûne, di malên me de av tune ye. Firaqên me dikevin ser hev û ji ber ku av nîne nikarin bişon. Em ji ber vê avê li vî gundî dijiyan. Ma dema ava me çû em ê çawa li vir bijîn. Em diçin bajarokê Qesrikê û bi tankeran avê tînin. Em dixwazin ava me mîna berê biherike. Nifûsa gundê me zêde ye. Em mexdûr in û bila rêyekê bibin vê meseleyê.”
Walî derewan dike
Hîlal Bîrlîkê jî anî ziman ku waliyê Şirnexê ser soza xwe nesekiniye û got:“Em çûn cem walî û me daxwazname da lê wernegirt û betal kir. Me îmze kom kirin, heman tişt kirin. Piştre em bi komî çûn cem walî. Me jê rica kir û me got bila nexweşî çênebe. Ji me re got ‘hûn herin ez ê bêm cem we.’ 40 roj dem xwest. Derbas bû lê çareseriyek peyda nekirin. Wekî rêya dawî me jî serî li girtina rêyê da. Bi tankerê avê tînin, em dikevin dorê û di dema wergirtina avê de gelek jin ketin xwarê û birîndar bûn. Daxwaza me, çareserkirina pirsgirêka me ye.”
Rahîm Bîrlîk jî anî ziman ku dewlet li hemberî pirsgirêka wan xemsar tevdigere û got:“Dewlet rastiyê bo me nabêje. Çi karê dewletê bi TPAO’yê re heye? Ev a tê kirin neheqî ye. Rayedarên dewletê her gav dibêjin ‘em ê îro çareser bikin.’ Lê çareser nakin. Derewan dikin. Em jî ji wan bawer nakin. Em ê nesekinin heta heqê distînin.” Mahmût Baran jî da zanîn ku darên wî ji bêaviyê hişk bûne û got:“Rezên me yên hejîr û tirî hişk bûn. 50 darên min hebûn, hemû jî hişk bûn. Dixwazim doza tazmînatê li vê şîrketê vekim lê hêza min tune ye. Ji bo avên me mîna berê paqij biherikin bila tejbîrekê li vê meseleyê bikin.”
MA/ZEYNEP DURGUT