Di 8 salan de bi hezaran ton dar birîn
Çarşem 18 Sibat 2026 - 03:30

Li Şirnexê, li gel xebatên madenê yên zêde di salên dawî de, birîna daran li deverên daristanî û operasyonên ku bi hinceta ewlehiyê têne kirin, zirarên cidî didin hevsengiya ekolojîk a bajêr. Bi birîna daran li herêmên Cûdî, Gabar û Bestayê, qadên çêrandinê kêm dibin û hem debara jiyanê û hem jî qadên jiyanê yên welatiyan di bin gefê de ne. Birîna daran li herêmê bi salan e di bin navê "ewlehiyê" de berdewam dike, ji hêla cerdevanan ve tê kirin. Her çend li bajêr gelek xwepêşandan li dijî vê wêrankirina jîngehê hatine lidarxistin jî birîna daran berdewam dike. Derbarê wêrankirina ekolojîk a li Şirnexê de, Hevberdevka Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê Eylem Cîn, destnîşan kir ku navê Şirnexê hema hema bi birîna daran re hevwate ye û wêrankirina xwezayê kûrtir dibe û got:"Li navçeyên Cûdî, Gabar, Besta û Hezexê, birîna daristanan a ku bi salan e berdewam dike êdî ne bûyerên takekesî ne, bûye pratîkek sîstematîk a şerê taybet. Em hemû dizanin ku ev komkujî ji hêla hikûmetê ve û bi alîkariya cerdevanan têne kirin."
Eylem Cin, anî ziman ku ji sala 2018'an vir ve bi sedan ton darên ter li Şirnexê hatine birîn û got:"Li Kurdistanê, bi taybetî ji aliyê hikûmetê, li şûna darên ku hatine birîn, qereqolên leşkerî têne çêkirin. Heman zîhniyet daristanên li metrepolên Turkiyeyê dişewitîne û li şûna wan otêlan ava dike. Em dibînin ku hikûmet hem li dijî civakê û hem jî li dijî xwezayê polîtîkayeke şerê taybet dimeşîne."
Wêranî di bîra me de tê tomarkirin
Eylem Cin bal kişand ser wê rastiyê ku dewlet dixwaze Kurdistanê veguherîne herêmeke leşkerî, li herêmên Zap û Metîna ji bo avakirina baregehên leşkerî daristan biriye û got:"Ji bilî vê, li Şirnexê pirsgirêkek din a girîng heye: vekirina kanan û zeviyên petrolê û qirêjiya çavkaniyên avê. Em dikarin wêraniyek cidî bibînin, nemaze li herêmên Akçay û Kızılsu. Metalên giran û kîmyewîyên ku di xebatên lêgerînê de têne bikar anîn bi avê re tevlihev dibin. Ev rewş jiyana hemû zindî û mirovan bi giranî tehdît dike û dibe sedema pirsgirêkên tenduristiyê. Em dizanin ku ev madeyên ku bi ava binê erdê re tevlihev dibin hemû zindiyan tehdît dikin. Îro, em bala xwe didin Çemê Nerduşê li Silopiyê êdî çem nemaye û bi rastî veguheriye çemek kanan û petrolê. Bi berdewamiya van polîtîkayan û vekirina bîrên sondajê yên petrolê, em bi salan e li Şirnexê bi mînakên weha re rû bi rû dimînin. Dema ku gel serî li nexweşxaneyan dide tendirustvan dibêjin vê avê venexwun. Lê li gel vê çima ji vê avê nimûne nayê girtin ku ji bo bê ka ev av çawa tê qirêjkirin. Xebatên lêgerîna madenê, birîna daristanan û wêrankirina daristanan bi hinceta ewlehiyê. Wekî din, projeyên bendav û santralên hîdroelektrîkê hene. Encama hevpar a van hemûyan hilweşandina pergala xwezayê û belavkirina qadên jiyanê yên mirovan e. Nayê bîra me ku me li bajêr ezmanekî paqij dîtiye. Ev nîşanek e ku salên wêrankirinê di bîra me de hatine qeydkirin."
JINNEWS/NESLÎHAN KARDAŞ














