Li Kurdistan û Ewropayê gel li qadan e

În 23 Çile 2026 - 03:45

  • Li dijî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê li Kurdistan û Ewropayê kurd û dostên kurdan derketin qadan û li dijî êrişan derketin.

Êrişên li dijî Rojavayê Kurdistanê û dorpêçkirina Kobanê dewam dike. Li dijî êrişan li Kurdistan û Ewropayê kurd û dostên kurdan derketin qadan û li dijî êrişan derketin. Di çalakiyên tên lidarxistin de dirûşmên "Bijî Şoreşa Rojava û Rojava ne bi tenê ye" tên berzkirin. Bertekên li hemberî êrişên li ser Rojava li Edene, Mêrsîn, Enqere Wan û Manîsayê bi çalakiyên cuda berdewam kir.

Edene 

Bi banga Platforma Saziyên Demokratîk a Edeneyê bi sedan kes li taxa Belediyeevleriyê ya navçeya Ceyhan a Edeneyê kom bûn û êrîşên li ser Rojava protesto kirin.

Mêrsîn

Di bin serokatiya Platforma Saziyên Demokratîk a Mêrsînê de xwepêşandanên li dijî êrîşên li ser Rojava yên ji aliyê HTŞ'ê û çeteyên ku Tirkiye piştgirî dike bê navber berdewam dike.

Manîsa

Gelek kes bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li taxa Gaffar Okan a navçeya Salihliyê ya Manîsayê kom bû. Girseyê ku li hemberî astengiyê nerazîbûn nîşan da, bi dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Gelê Rojava ne bi tenê ye” astengiya polîsan şermezar kir. Hevserokê DEM Partiyê yê Salihliyê Abdurahman Akdemîr daxuyaniya çapemeniyê xwend.

Nisêbîn

Bi hezaran kes li Nisêbînê li dijî êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê kom bûn û ber bi sînorê Qamîşloyê ve meşiyan.

Enqere

Girseya ku di bin pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk de li Metroya Kolej kom bû û li dijî êrîşên HTŞ û çeteyên girêdayî wê meşiyan Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) jî beşdarî çalakiyê bûn.

Wan

Li Wanê, bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP), konvoyek ku ji sedan wesayîtan pêk dihat, êrişên çeteyên HTŞ û SMO'yê yên li ser Rojava li kolanên herî qerebalix ên bajêr, Mereş, 2 Nîsan û Cumhuriyetê protesto kirin.

Stenbol

Li  navçeyên Avcilar, Sultangazî û Kuçukçekmece ya Stenbolê daxuyanî û meş hatin lidarxistin. Daxuyanî bi pêşengiya rêxistina DEM Partiyê yê Stenbolê pêk hat. Gel li pêşiya DEM Partiyê kom bûn û dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” berz kirin.

Îzmîr

Li dijî êrîşên li ser Rojava gelek partî û rêxistinên girseyî li Îzmîrê hatin cem hev. Di daxuyaniyê de hat gotin: "Piştgiriya bi gelê Rojava re ne tercîhek e, berpirsyariya mirovahiyê ye."

Hatay

Platforma Ked û Demokrasiyê û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) li navçeyên Erzin, Defne, Îskenderun û Samandagê yên Hatayê li dijî êrîşên li ser Rojava çalakî li dar xistin.

Başûrê ji bo Rojava li ser piya ye

Piştevaniya bi berxwedana Rojava li Başûrê Kurdistanê bi çalakiyên girseyî didome û peyamên xwedîderketina Rojava tên dayîn. Li Başûrê Kurdistanê piştgiriya ji bo berxwedana Rojavayê Kurdistanê roj bi roj mezin dibe. Ji 7 salî heya 70’ê salî bi rojane daketine qadan û berxwedana Rojava silav dikin. Li gelek navendan çalakiyên piştevaniyê hatin lidarxistin. Ciwanên Başûrê Kurdistanê yên gihiştibûn Rojava, tevlîbûna xwe ya serferberiya giştî, ragihandin.

Kurd li Ewropayê li ser piya ne

Bi hezaran Kurdistanî ji bo protestokirina êrîşên çeteyên DAÎŞ-HTŞ-Tirkiyê yên li ser Rojava li Îngilistan, Îrlanda û Walesê daketin kolanan û peyama "Em ê Rojava biparêzin" dan. Bi hezaran Kurdistanî ji bo êrîşên çeteyên HTS, DAIŞ û çeteyên girêdayî dewleta Tirk li ser bajarên Rojava protesto bikin, li Îngilistan, Îrlanda û Walesê li ber avahiyên parlamentoyê, balyozxaneyên DYE’yê û qadên bajaran kom bûn û çalakî li dar xistin. Kurdistanî li Swîsre, Fransa, Stuttgartê hatin gel hev û li dij êrişan dengê xwe bilind kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.