Ji bilî aştiyê tu rêyên çareseriyê nînin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 16 Sibat 2026 - 00:28

Krîza aborî ya li Tirkiyeyê bi sala ye didome û her ku diçe kûrtir dibe. Ji ber krîza aborî hêza kirînê kêm dibe û ev jî bandoreke neyînî li esnafan dike. Li ser dezgehên bazarê bihayê her tiştekî zêde bûye û esnaf, ji ber ku nikarin malê xwe bifiroşin, bi gilî û gazinc in. Bazarvanên dezgehên xwe di bazara li Taxa Xaçor a Wanê danîn, nerazîbûna xwe anî ziman. 

Mucahît Şeker ku li bajarê Wanê ku bêkarî lê zêdeye alav û amûrên ji Îranê anî li bazarê difiroşe, got:“Di demên berê de heke gel ji sûkê danûstandin nekiribûya jî dihatin bazarê û tiştên li gorî xwe peyda dikir. Lê niha bazar jî biha ye û kesek tiştekî nakire. Cihên Kurd lê dijîn bêkar tên hiştin. Van bi zanebûn dikin. Carnan li vir bêyî ku tu tiştekî bifiroşin diçin mala xwe. Ez li vir kesên birçî diçin malê û birçî radizên nas dikim. Malbatên hejmara wan zêde ye nikarin debara xwe bikin. Mûçeyekî kêmtirîn bi têrî debara malbatekê nake.” 

Ji esnafên zebzeyan Mîthat Altnak jî got:“Min li vê derê dezgeh vekiriye lê çi karê wê nîne. Xelk tenê lê dinêre û diçe. Nikarin bikirin û ji ber ku em nikarin bifiroşin, di destê me de dimînin. Ji roja xwe dizanim heta niha li bazarê dezgehê vedikim. Karê me her sal zehmettir dibe. Ne dikarim tiştekî bifiroşim ne jî bikêr dikarin zebzeyan bikirin.” 

Yaşar Işik, daxuyand ku bi saetan li ber sermayê disekine û got:“Kesên li rojavayê Tirkiyeyê dijîn qet nebe dema dixebitin dikarin debara xwe bikin. Lê li vir kar nîne û gel nikare debara xwe bike. Dema min ji ewil dest bi karê bazarê kirî, min bi 300 lîreyan wesayîteke tije tişt dikirî lê niha bi 13 hezar lîreyan nikarim nîviya wesayîtê tije bikim. Ji bilî aştiyê tu çareseriyên ji bo aboriyê nînin. Bila zikê me birçî be lê bila aştî bibe. Ji ber ku heke hizûr nebe aborî jî baş nabe.” 

Hakki Alic jî destnîşan kir ku bêyî tiştekî bifiroşe vedigere mala xwe û got:“Heke aştî bibe, em ê vegerin gundên xwe û dê zebze û fêkiyên xwe bi xwe biçînin. Wê demê her kes dikare bide cîranên xwe jî. Ji ber aştî nîne lewma nikarin biçin gundên xwe. Em tiştan ji derve dikirin lewma biha dibe. Xelk ji gundan hate derxistin lewma sewalvanî û cotkarî tune dibe.” 

MA/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.