Gola Wanê di dorpêçê de ye

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 12 Sibat 2026 - 00:51

Gola Wanê ku li Tirkiye û Kurdistanê gola herî mezin e, bi sala ye bi aşkerayî tê tunekirin. Li gel qirêjî, hişkesalî û îmara li dora golê, her wiha bi zêdebûna tesîsên leşkerî û saziyên cemaweriyê re Gola Wanê ji gel tê qutkirin û hilweşîna ekolojîk jî kûrtir dike. Qeraxa golê, bi têlên dirêhî tê dorpêçkirin û bi hinceta “ewlehiyê” gelek qad vediguherin qadên qedexe. Ji Artemêtanê heta Westanê, ji Erdîşê heta Tetwanê gelek tesîsên leşkerî û cemaweriyê li deverên nêzî qerexa golê tên çêkirin. Beşeke girîng a van tesîsan, tevî Qanûna Qeraxê jî ji welatiyan re tên qedexekirin. Li ser şirîdên qeraxê noqteyên ewlehiyê, bariyer û lewhayên “têketina wan qedexe ye” hatine bicihkirin. Qeraxên li derveyî saziyên dewletê dimînin jî di bin kontrola sektorên taybet de ne û li gelek cihan pere tên xwestin. 

Li gorî Destûra Bingehîn, her çend qerax di bin teserûfa dewletê de be jî, divê her kes bikare bi awayekî wekhev û serbest bi kar bîne. Lêbelê tê dîtin ku ev rêgez li dora Gola Wanê bi awayekî sîstematîk tê binpêkirin. Qadên qedexe yên bi destê avahiyên saziyên cemaweriyê û leşkeriyê tên avakirin, gol ji rewşa cemawertiyê derxistiye û veguherandiye milkê hin saziyan. Welatî, dibêjin ku bi taybet jî di demsala havînê de nikarin xwe bigihînin golê û dibêjin ku qerax gav bi gav tê xespkirin. 

Li ser hemû giyaneweran gef e 

Di golê de bi sedan cureyên zindiyan hene û bi qasî tê zanîn di golê de 103 cureyên fîtoplanktonê, 36 cureyên zooplanktonê û du cureyên masiyan hene. Ji ber avahiyên li qeraxa golê hatine çêkirin, liv û tevgera mrovan, deng, beravêtî û qirêjiya ronahiyê, gefeke mezin li ser qadên jiyanê yên van zindiyan çêdibe. Zexta tesîsên leşkerî û cemaweriyê çêdike ne tenê bi betonê bisînor e, her wiha qadên jiyanê yên masiyan jî parçe dibin. Raporên pergalên dawerînê, rêvebirina beravêtiyan û raporên bandora hawirdorî bi raya giştî re nayên parvekirin û ev jî rê li ber rexneyan vedike. Rêxistinên hawirdorê û înîsiyatîfên herêmî, dixwazin ku têkildarî hemû tesîsên leşkerî û cemaweriyê yên li tejaneya Gola Wanê, envantereke ku aşkera, dikare venêrîna wê were kirin û bi raya giştî re bê parvekirin. Her wiha tê xwestin ku divê pêşî li avakirina tesîsên nû were girtin û venêrîneke hawirdorî ya serbixwe bê kirin. Tê gotin ku nexwe dê gol ne tenê ji ber qirêjiyê lê ji ber qadên girtî yên bi destê dewletê tên avakirin û texrîbata ekolojîk tune bibe. 

Tesîsên ku hatine avakirin 

Çendek tesîsên leşkerî û cemaweriyê yên li qeraxa Gola Wanê wiha ne; Fermandariya Komê ya Gola Wanê ya ewlehiya Qeraxê ya li Artemêtanê, Tesîsên Civakî yên Artemêtanê ya girêdayî Fermandariya Cendirmeyan a Wanê, xetên qeraxê yên Yekîneyên Siwar ên Cendirmeyan û DSÎ’yê, rêbejê û tesîsên civakî û bêhnvedanê yên saziyên girêdayî walîtiyê hene.  

Li Westanê tesîsa Perwerde û Bêhnvedanê ya Gevaşê ya girêdayî Karûbarên Avê ya Dewletê (DSÎ), li Erdîşê Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê û qadên yekîneyên girêdayî wê li cihên nêzî qeraxa golê ne.  

Li navçeya Tûşbayê jî li Lengergeha Wan TCDD’ê û qada xebitandina ferîbotan, her wiha tesîsên saziyên cemaweriyê yên cuda yên girêdayî xeta golê, Tesîsa Kampa Diyanetê, Tesîsa Înfazkirina Cezayê û Girtîgehê û kampa Midûriyeta Perwerdeyê li wir in. Li Tetwanê jî Lengergeha Tetwanê ya TCDD’ê, qada xebitandina ferîbotan û saziyên cemaweriyê li qeraxê golê cih digirin. 

MA/ZEYNEP DURGUT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.