Dixwazin bi Ocalan re hevdîtinê bikin
Duşem 1 Îlon 2025 - 03:22
Di 21-30’ê Tebaxê de li Sûriyeyê zêdetirî 800 kesayetan ji bo hevdîtina bi Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan re tevlî kampanyaya ‘Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim’ bûne.
Kampanyaya ‘Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim’ ji aliyê Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Înîsiyatîfa Parêzeran a Sûriyeyê ya ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan ve tê birêxistinkirin. Ev kampanya her ku diçe berfireh dibe. Li bajarên Sûriyeyê di 20’ê Tebaxê de dest bi kampanyaya ‘Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim’ hate kirin.
Li gorî agahiyên berdevkê Înîsiyatîfa Azadiya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Ferzende Munzur parve kiriye, ji 21-30’ê Tebaxê zêdetirî 800 îmze hatine tomarkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN