Aştî bi edaleta civakî û demokrasiyê mumkun e

Duşem 1 Îlon 2025 - 03:55

  • Rêber APO, di peyama xwe ya ji bo 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de diyar kir ku aştî ne tenê bi bêdengkirina çekan, lê di heman demê de bi avakirina edaleta civakî û demokrasiyê di hemû qadên jiyanê de jî mimkun dibe.

Rêber APO bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê peyamek ji gel re parve kir. Rêber APO eşkere kir ku banga aştî û çareseriyeke demokratîk "ne gaveke siyasî ya ji rêzê ye, lê gaveke stratejîk û xaleke dîrokî ye" û diyar kir ku ev gav wê hem li Tirkiyeyê û hem jî li Rojhilata Navîn serdemeke nû bide destpêkirin. Tevahiya peyamê wiha ye:"Banga me ya ji bo aştî û çareseriyeke demokratîk ne gaveke siyasî ya ji rêzê ye; ew gaveke stratejîk û xaleke werçerxê ya dîrokî ye. Bi vê bangê re, deriyên serdemeke nû, ku şer û wêranî wê bi jiyaneke demokratîk a li ser bingeha aştiyê werin guhertin, hem li Tirkiyeyê û hem jî li seranserê Rojhilata Navîn vebûne."

Ev ne tenê xwestekek e; ew rastiyek berbiçav e ku divê bi derfetên bihêz û gavên pratîkî yên cidî were avakirin. Ji ber ku aştiya rastîn ne tenê bêdengkirina çekan an rawestandina pevçûnan e. Aştiya rastîn bi pêkanîna azadî, demokrasî û edaleta civakî ya di hemû warên jiyanê de pêkan e.

Ev veguherîna civakî ne tenê mafekî gelê me ye; di heman demê de di serdema nû ya li pêş me de erkek bingehîn e.

Bi têkoşîna gelê me, bê guman nirxên aştî, demokrasî û azadiyê wê bicîh bibin û di jiyana civakî de jî xuya bibin.

Ji niha û pê ve, ev welat wê bibe welatê kesên ku aştî û jiyana demokratîk hem wekî maf û hem jî wekî erkê xwe dibînin.

Bi boneya 1'ê Îlonê, ez bang li gelê me dikim ku vê erka dîrokî qebûl bikin û meşa aştî û azadiyê bêtir berfireh bikin.

Bi baweriya ku her kes wê giraniya vê serdemê fam bike, xwe binirxîne û li gorî ruhê aştiyê tevbigere, ez we hemûyan bi evîn û rêzgirtina xwe ya bêdawî silav dikim.

Abdullah Ocalan

Girava Îmraliyê."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.