Ji esnafên Çarşiya Helawfiroşan a li navenda Sêrtê Kayran Eldemîr (63) pîşeya hesinkariyê ya ku di 8 saliya xwe de li ber destê bavê xwe fêr bûye, 55 sal in didomîne. Eldemîr, ji hesin û pola gelek tiştan çêdike. Eldemîr tevî germahiya havînê jî karê xwe didomîne û got:"Ev pîşe ji kalê min ji bavê min re, ji bavê min jî ji min re ma. Heya 30-35 sal berê jî me pereyekî baş ji vî karî qezenc dikir. Niha ji ber pêşketinên teknolojiyê em wekî berê qezenc nakin. Heya ez amûrekê çêdikim, fabrîke û makîne bi dehan çêdikin. Ew fiyetê wê bi 300 jî bifiroşe qezenc dike, lê ez divê bi hezar TL'yî bifiroşim." Eldemîr, anî ziman ku amûrên tên bikaranîn bi temamî ji pola ne û got:"Ez van amûran dikirim û li vir bi wan tiştên din çêdikim. Mişteriyên min bi piranî gundî ne. Bi piranî kesên xwedî baxçe tên dikirin." Eldemîr ku da zanîn "Li Sêrtê ev pîşe wê bi min re biçe" û got:’’Zarokên min jî ji ber ku qezenca wê kêm e pir xwe nadin ber. Ji min re dibêjin pîşeya te êdî ne pîşe ye. Min ew bi vê pîşeyê dan xwendin."
Eldemîr, anî ziman ku pîşeya wî sal bi sal dimire û got:"Ez naxwazim ev pîşeye wekî berhemeke ji dîrokî re bimîne."
MA/SÊRT