Bûne temînata paşerojê ya gelê me

Duşem 1 Îlon 2025 - 03:50

  • HPG-NRÇ'ê 3 şehîd bi hurmet bi bîr anî û got:"Ruhê demê baş fêhm kirin, bi xurtî xistin meriyetê û navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsandin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG-NRÇ) têkildarî gerîlayên sala 2018'an şehîd bûn daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:"Milîtanên fedaî yên Apoyî yên partiya me PKK’ê Artêş, Jîndar û Arvîn bi hurmet û hezkirin bi bîr tînin ku di têkoşîna sala 2018’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşên dijmin de şehîd bûn. Di demekê de ku êrîşên li ser gelê me zêde bûn, hevrêyên me tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bûn û ji bo azadiya gelê Kurd her cûre berdêl dan ber çavên xwe. Ji roja ku tevlî bûn û pê ve li her qada ku lê man hewl dan wezîfeyên xwe yên şoreşgerî bi rengekî hêja bi cih bînin. Weke milîtanên Apoyî yên leheng bûn temînata paşeroja azad a gelê me. Bi meşa xwe ya fedaî berpirsyariyên xwe yên dîrokî bê kêmasî bi cih anîn. Ruhê demê rast fêhm kirin, bi xurtî xistin pratîkê û navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsandin. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Artêş, Jîndar û Arvîn em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku armanc û xeyalên şehîdên xwe pêk bînin.

Nûnerên fedakarî û hevrêtiya dilsoz

Hevrêyê me Artêş ku ferdê gelekî leheng bû, li navçeya Qoserê ya Mêrdînê jidayîk bû.Di demekê de ku êrîşên li ser Şoreşa Azadiyê ya Rojava giran bû, tevlî gelek karên girîng bû. Lê belê dilê wî timî bi çiyê re bû. Li ser vê bingehê pola çaremîn a beşa cografyayê ya Zanîngeha Herranê terikand û sala 2014’an tevlî nava refên gerîla bû. Piştî ku perwerde bi serketî qedand, derbasî nava karên bajaran bû ku berê di nav de cih girtibû û bi qasî salekê di nava vî karî de pratîkên serketî pêk anî. Dema ku di nava vî karî de bû Hêzên Taybet û mîsyona wê ya li nava têkoşînê nas kir, bi pêşniyara hevrêyên pê re dixebitî xwest tevlî vî karî bibe. Li Fermandariya me ya Biryageha Navendî gelek kar kir û li gel vî karî bi fedakarî, hevrêtiya xwe ya ji dil û hişmendiya xwe ya kûr a rêxistinî di ewlekariya fermandariya me de cih girt. Hevrêyê me Artêş bi asta xwe ya kûrbûnê, fedakariya xwe ya li nava jiyanê, tevlîbûna xwe ya bi kedkarî û hevrêtiya xwe ya ji dil bû milîtanekî fedaî ku çav timî lê bû û her kesî dixwest li gel wî têkoşînê bimeşîne.

Hevrêya me Jîndar li navçeya Ebex a Wanê li nava malbateke ji eşîra Mamxurî jidayîk bû. Hevrêya me Jîndar ku ti carî li pêşberî şerê li Kurdistanê bê xem nebû, ji berxwedana destanî ya gerîla moreleke mezin wergirt û li pêşberî şehadetan jî roj bi roj hîn bêhtir bi berprisyariya xwe hesiya. Bi taybetî piştî ku kekê wê Çekdar-Mûhammed Kaya sala 2011’an tevlî nava refên gerîla bû û 27’ê Mijdara 2018’an şehîd bû, kûrbûna xwe ya li ser vê bingehê xurt kir. Sala 2015’an tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me Jîndar fedakarî ku yek ji taybetmendiyên şênber ên milîtanên Apoyî ye ji xwe re weke şêweyekî jiyanê dît, pîrozmendiya kedê jî di ser her tiştî re girt, bi vê taybetmendiya xwe bû milîtaneke PAJK’ê ya mînak. Hevrêya me Jîndar têkoşînek û mîrateyeke hevrêtiyê li pey xwe hişt ku ti carî neyê jibîrkirin.

Hevrêya me Arvîn li nava malbateke ji eşîra Batuyî ya bi kok a Botanê li Şirnexê jidayîk bû. Malbata wê ya hêja ji ber zexta dijmin ji bo parastina rûmeta xwe neçar ma ji Kurdistanê koç bike, lewma hevrêya me Arvîn jî li Mersînê mezin bû. Piştî ku birayê wê dîl kete destê dijmin û ji xizmên wê yên nêz tevlîbûn li nava refên gerîla çêbû, bi bandora vê sala 2015’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Bi wêrekiya xwe, bi biryardariya xwe ku bi ser dijmin ve diçû û hostatiya xwe ya di taktîkên gerîla de, her wiha bi keda xwe ya bêhempa bû milîtaneke PAJK’ê ya mînak. Kedkarî, dilnizmî, samîmiyet, durustî û taybetmendiya asî ya jinên Botanê bi rengê herî baş temsîl kir û bi kesayetiya xwe ya xurt cihê xwe di dilê hemû hevrêyan de girt.” Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî e:

Artêş Rojava (Hasan Ûzûn), li Mêrdînê jidayîk bûye, 27’ê Cotmeha 2018’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Jîndar Tendurek (Fatma Kaya), li Wanê jidayîk bûye, 10’ê Nîsana 2018’an li Xakurkê Şehîd bû.

Arvîn Çirav Botan (Şîrîn Işik), li Şirnexê jidayîk bûye, 10’ê Nîsana 2018’an li Xakurkê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.