Entegrasyon: Demokratîkbûn û azadiya jinê
Duşem 1 Îlon 2025 - 03:47
Endamê Fermandariya Giştî ya QSD’ê Sîpan Hemo, derbarê nîqaşên li ser entegrasyonê, rê û rêbazên entegrasyona ku ew binav dikin û şeklê pêkanîna wê de pirsên ANHA’yê bersivandin.
* Di çareseriya pirsgirêka Suriyeyê de mijara entegrasyonê gelekî tê nîqaşkirin, bi taybetî QSD tê gotûbêjkirin. Gelo hûn çawa nêzî entegrasyonê dibin?
Gotina entegrasyonê, bûye rojevek girîng; herkes li ser diaxive. Lê em weke QSD’ê, gotina entegrasyonê cuda fêm dikin. Li gorî têgihîştina me, entegrasyona herî baş entegrasyona demokratîk e. Ev entegrasyon bi îradeya gelan û li derdorê hişmendiya azad kom dibe. Lê bi şêwazên cuda tê nîqaşkirin. Li gor wan; “Li Şamê dewletek hatiye avakirin û lazime herkes bikeve nava wê” ger ku em pêşketinan binirxînin rewşeke bi vî awayî nabînin. Yên li hemberî me ne xwedî sîstemekê ne, jixwe xwe weke ‘Hikûmeta Demkî’ bi nav kirine. Ji aliyê zanistî ve hişmendiyek wan kur ê lihevhatinê tune ye. Ew hişmendî li ser esasî biadê (qebûlkirina hikûmraniyê) hatiye avakirin. Ango li ser esasê desthilatdariya îslama hişk e. Her çiqasî hewl didin rengê xwe biguherin û bi rengê cuda di nava peywendiyê de bin jî, lê ne di wê rewşa ku hemû civakê hembêz bike de ye.
Demokratîkbûn û azadiya jinê
* QSD entgrasyonek demokratîk dixwaze, lê Hikûmet Veguhêz fesixkirina QSD’ê dixwaze. Gelo rêbaza entgrasyona ku hûn pêşniyar dikin çi ye?
Em eşkere dikin ku entegrasyona demokratîk a QSD behsa wê dike, ji bo hemû pêkhateyên Sûriyeyê ye. Ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahiya Sûriyeyê derbasdar dibe. Dema desthilata heyî xwe gihand asta naskirina hemû herêm û hemû pêkhateyên li Sûriyeyê, mirov wê demê dikare behsa entegrasyoneke demokratîk bike. Lê niha rewşeke bi vî awayî tune ye. Gelek caran behsa mutabaqata 10’ê Adarê (2025) tê kirin. Peymana di navbera fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û Ehmed El Şera de hatiye îmzekirin, tiştekî erênî bû. Lê rêveberiya demkî ya li Şamê ev tifaq vala derxist. Dema ev tifaq pêk dihat, li herêma Beravê ya Sûriyeyê li dijî gelê Elewî qirkirinên mezin çêdibûn. Dîsa me şahidiya êrişên li herêma Suweydayê kiriye. Paşê hikûmeta Şamê reşnivîsek destûrî ya yek alî û teng derxist. Ti aliyên Sûriyeyê û em jî di wê reşnivîsê de nebûn. Niha jî behsa hilbijartinên parlamentoyê dikin. Bi xwe gotin ku Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û Suweyda di vê hilbijartinê de nînin. Bi vî şiklî tifaqa 10’ê Adarê vala derxist. Ev 5 meh e em dibînin ku hikûmeta Şamê ne xwedî hişmendiyeke entegrasyona demokratîk e. Ger bipirsin hûn dixwazin entegrasyonek çawa pêş bixin? Em dikarin bi du sernavan vebêjin; Ya yekê; demokratîk bûyîn e, ya duyemîn jî azadiya jin e. Ger esasê lihevkirinê demokratîkbûyîn û azadiya jinê be, eşkere ye ku ev her du xalên esasî li cem hikumeta Şamê nînin. Lê ji bo demokratîkirina Sûriyeyê em bêhêvî nînin.
Dikarin meclîseke hevpar ava bikin
* Eger hewldanên pêkanînê çêbibin, wê entegrasyona QSD’ê çawa çêbibe, artêşek çawa wê were avakirin?
Heya ku di qanûnan de guhertin pêk neyên em nikarin li ser entegrasyona QSD’ê nîqaş jî bikin. Lazime destpêkê qanûn bên derxistin û rêveberiyek were diyarkirin. Wê demê mirov dikare rewşa QSD’ê nîqaş bike. Niha em ji bo QSD’ê dibêjin parêzvana destkeftiyên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ger di siberojê de gavên demokratîkirina Sûriyeyê bên avêtin, wê demê QSD wê bibe bingehê temînata tevahiya Sûriyeyê. Gotina entegrasyon di cewher de gotineke civakî ye. Niha tiştên li ser me tên kirin, girêdayî armancên siyasî ne. Em jî wisa meyze dikin, bi vê yekê wê pêşketinên siyasî ku guhertin û veguhertinê dibînin pêk werin. Em wek QSD’ ê bi tecrûbeyên heyî amade ne ku ji bo artêşa Sûriyeyê şemayek nû çêbikin. Tecrûbeyên me yên pir mezin çêbûn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî DAIŞ’ê şerekî pir mezin meşand. Dîsa me li hember rejîma Baas şerekî mezin meşand. Em dikarin bibin bingeha artêşa Sûriyeyê. Wekî gava yekemîn em dikarin bi artêşa hikûmeta Şamê re meclîseke leşkerî ya hevbeş jî çêbikin. Pêkanîna van gavan bi armancên siyasî ve girêdayî ye.
Artêş bi siyasetê têkildar e
Pirsgirêkên pêkhateyên Sûriyeyê, pirsgirêkên siyasî û îdarî ne. Wexta sîstemek demokratîk pêş ket, sîstemeke nenavendî çêbû û hemû herêmên Sûriyeyê bi îradeya xwe bên temsîlkirin, wê artêş jî li ser wî esasî be. Barkirina xisûsên siyasî, dibe ku ne li gorî artêşbûyînê be. Artêş, ji bo parastina destkeftiyên demokratîk yên civakî ne, bi qanûnên siyasî tên avakirin. Artêş lazime bibe nûnera hemû pêkhateyan. Siyaset bi çi rengî be, artêş jî bi wî rengî ye. Di hişmendiya me de artêş hêzên parastinê ne, yekser bi hedefên siyasî ve têkildar in. Bi serê xwe tiştekî cuda nîne. Sîstem çi be, artêş ji bo parastina wê sîstemê ye.
* Di mijara nepêkanîna entegrasyona demokratîk de, hûn rola hêzên herêmî yên weke Tirkiyeyê çawa dibînin? Xetereyên destwerdanên li Suriyeyê çi ne?
Bêguman di çareserkirin pirsgirêkên Sûriyeyê de bandora hêzên herêmî û navneteweyî heye. Lê divê mirov jibîr neke ku hêzên herêmî û navneteweyî, tu carî li dijî berjewendiyên xwe tevnagerin. Ev hêz dibin sedema çareseriyan, heman demê dibin sedema kûrkirina aloziyan. Di serî de DYE berpirsiyara vê yekê ye. Li Sûriyeyê ya herî bi bandor û heta berpirsiyarê guhertina ku tê meşandin koalîsyona navneteweyî û DYE ye. Daxwazên me ji hêzên rojavayî ew e ku ji bo xwe çi pêwîst dibînin, ji bo gelê Sûriyeyê jî bibînin. Mesela Emerîka di nav gelek zanist, teknîk, qanûn, heq û hiqûq de ye, lê li welatên din alozî tên avakirin da ku bikaribin berjewendiyên xwe bidin meşandin. Ji bo me tişta esasî parastina nirxên civakê ye. Hêvîya me ewe ku dewletên rojavayî hesabên xwe yên aborî li ser hesaba gelên vir nekin. Bêguman rola Tirkiyeyê di Sûriyeyê de girîng e. Em dixwazin bêjin ku me wek QSD’ê ti carî ji dewleta Tirk re gefek çênekiriye û gefan ava nakin. Em bawer dikin ku hebûna gelê Kurd, temînata demokratîkirina Sûriyeyê ye. Bi qasî ku em hesaba Kurd, Ereb, Elewî, Dûrzî û Mesîhiyan dikin, ewqasî hesaba gelê Turkmen jî dikin. Ger Tirkiye li Suriyeyê aştî û aramiyê dixwaze -ku wê aşîtî û aramiya li Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê jî bibe bingehê ewlehiyê-, lazime Kurdan ji bo xwe xeterî nebîne, lazime bawer bike ku Kurd bingehê demokratîk kirina Sûriyeyê ne.
* Entegrasyon wê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çi pêk bîne?
Entegrasyona demokratîk ku azadiya hemû pêkhateyan esas digire, wê ji hemû pirsgirêkên Sûriyeyê û yên herêmê re jî bibe çareserî. Lê ger li gorî hişmendiya bîatkirinê û teslîmgirtinê be, wê Sûriye ji aloziyan rizgar nebe. Dixwazim dubare bibêjim ku hişmendiya bîat û teslîmgirtinê hişt ku li herêmên Beravê û Siweydayê komkujî çêbibin. Lê ger entegrasyoneke demokratîk be, wê hem li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hem jî li tevahî Sûriyeyê alozî dernekevin. Em di pêvajoyek pir hesas re derbas dibin. Di hedefa me de avakirineke Sûriyeyek demokratîk û yekpare heye. Ev têkoşîna me gelek caran hesabên hinekan xirab dike. Ji ber vê jî li dijî me êrişan pêş dixin, dixwazin li herêmên me tevlîheviyan çêbikin. Gelê me yê Ereb ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev lîstok dîtiye û ketiye zanbûna wê. Ez di şexsê pêkhateya me ya Ereb ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, dibêjim ku sekna hemû pêkhateyên herêmê, temînata siberoja Şamê û tevahiya Sûriyeyê ye. Tişta ku li Siweydayê li ser gelê Dûrzî hat meşandin, ne bi destê eşîran e, ew lîstokên îstîxbaratî bûn. Dixwazin bi rengên cuda li ser gel qirkirinan bimeşînin. Ez di wê baweriyê de me ku gelê me di zanebûna wê de ye û neyên van lîstokan. Bi hebûna me ya bi hev re, em ê bi giştî Sûriyeyê ava bikin. Ti derfeteke me ku cuda bijîn nîn e. Bi vê munasebetê diyar dikim ku di siberojê de wê parastina axa Sûriyeyê bi vî rengî were pêkanîn.
ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN