Hikumeta Şamê êrişî QSD'ê kir
Yekşem 14 Îlon 2025 - 16:30
- QSD'ê ragihand ku hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê li gundewarê Dêrazorê êrişî hêzên wan kir.
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê li gundewarê Dêrazorê êrişî hêzên wan kir.
Naveroka daxuyaniyê wiha ye:
"Roja yekşemê, 14'ê Îlona 2025'an, saet di 09.00'an de, hêzên me yên ku li qeraxên çemê Firatê li nêzîkî Pira El Işara li bajarokê Dirinc li gundewarê rojhilatê Dêrazorê bi cih bûbûn, ji aliyê komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Şamê ve, rastî êrişeke rasterast hatin. Komên çekdar hin qaçaxçî ji çem derbas dikirin.
Hêzên me tedbîrên pêwîst girtin û bersiva êrişê da. Heta dema amadekirina vê daxuyaniyê jî ev geşedan hîna berdewam bû.
Em, QSD pabendî parastina ewlehî û aramiya herêmên xwe ne. Em diyar dikin ku hikûmeta Şamê berpirsyara vê êrişê ye, her wiha endamên wê rê li ber karên qaçaxçîtiyê vedikin, ku dibe sedema xerakirina aramiya herêmê." NAVENDA NÛÇEYAN