Li Şirnaxê tesîsa dînamîtan tê vekirin

Sêşem 30 Îlon 2025 - 15:45

  • Li Şirnexê bi dehan salan e xweza tê talankirin. Di salên dawî de ev talan êdî bi makîneyên kar û teqandina dînamîtan pêk tê. Li gorî agahî û belgeyên ajansa me bi dest xistine kesê bi navê M.K., ji bo amûrên di çêkirina dînamîtan de tên bikaranîn serî li saziyên dewletê daye ku destûr jêre were dayîn.

Li gorî agahiyên çavkaniyên pêbawer dane ajansa me; kesê bi navê M.K., ji bo destûra guhertina îmara herêma Besta Sor a bi ser bajaroka Dêrgulê ya Şirnex ve serî li Walîtiya Şirnexê daye û ji bo guhertina plana îmarê were guhertin Walîtiya Şirnexê ji bo erêkirina vê daxwazê mijar şandiye Meclîsa Giştî ya Bajêr. Meclîsa Giştî ya Bajêr dê di civînên meha Cotmehê de vê rojevê binirxîne û li ser vê yekê biryarê bide.

Bê destur dest bi çêkirina tesîsa dînamîtan kirin e

Car din li gorî agahiyên hatine stendin kesê bi navê M.K., ji hin derdoran re gotiye, “Heke Meclîsa Giştî ya Bajêr daxwaza min ya guherîna îmarê qebûl neke, min ji bo guherîna îmarê karê xwe li Enqereyê hal kiriye’. L gel ku destûr hê nehatiye dayîn jî tê gotin ku M.K., ji bo avakirina tesîsê dest bi amadekariyan kiriye û ji Dêrgulê rê biriye nav 23 donim erdê dê tesîs lê were avakirin.

Tesîsa dînamîtan dê were ber lingê talankeran

Bi çêkirina tesîsa dînamîtan armanca kesê bi navê M.K., ew ku bazirganiyê bike û bi vê yekê ve girêdayî dê bêtir xwezaya Botanê bi dînamîtan were talankirin. Dema ev tesîs bê avakirin xwediyên kanên komirê û lêgerîna petrolê dê bikaribin her kêlî xwe bigehînin amûrên dînamîtan. Ev yek jî dê bibe sedem ku bêtir xerabkirina çiyayên Botanê pêk bê. NEDÎM ORUÇ/AW/ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.