Nasnameya şehîdekî hat eşkekirin

Çarşem 10 Îlon 2025 - 14:00

  • Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku şervanê QSD'ê Ziyab Hesekê di encama qezaya leşkerî de li gundê Tewîla yê Til Temirê şehîd bû.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameya şervanê xwe şehîd Ziyab Hesekê eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya navendê, "Hevrêyê me şehîd Ziyab bi rihê wêrek bêyî tirs û dudiliyê erkên xwe pêk dianîn. Bi coş û wêrekî di nava hêzên me de tev digerî. Bi lez diçû ser karê xwe, perwerde, taktîkên leşkerî û planên şer distandin. Heta gihîşt asta şehadetê di nava hêzên me de bi cesaret û moralek bilind tev digerî. Em sersaxiyê ji malbata şehîd û tevahî malbatên şehîdan xwe re dixwazin. Heta pêkanîna armancên wan ên welatekî ji teror û dagirkeriyê vala em ê li ser şopa wan bin."

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Ziyab Hesekê

Nav û paşnav: Hisên Salih El Salih

Navê dayikê: Xedîce

Navê bav: Salih

Cihê jidayikbûnê: Mexrûm

Cih û dîroka şehadetê: Til Temir-gundê Tewîla-qezaya leşkerî-07'ê Îlona 2025'an." NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.