Ciwan siberoja Sûriyeyê ne

Sêşem 9 Îlon 2025 - 15:00

  • Ciwanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku ew bi hêza xwe di guhertin û jinûve avakirina siberojeke demokratîk ya li Sûriyeyê de bigrin. 

Der barê mijarê de, endamê ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk li kantona Cezîrê, Luey Elî diyar kir ku "Îro li Sûriyeyê ciwan xwedî roleke girîng in, bi taybet di qonaxa heyî de, ku qonaxa destpêka avakirina siberojê ye.

Elî got: "Me gelek hemleyên hişmendiyê weke têkoşîna dijî hişbirê, bilindkirina hişyariyê di nava ciwanan de li ser xeteriyên medyayên dîjîtal li dar xistine. Armanca me ciwan zanatir û hişyartir bin, ji ber ku ciwan stûna bingehîn a avakirina Sûriyeyê nûjen in." Elî diyar kir ku ciwan dixwazin temsîla wan di tevahî warên siyasî û aborî de aktîv be, ciwanên li derve vegerin, hişmendiyê di nava wan de belav bikin, nehêlin nefret û kîndarî werin belavkirin. Ji ber ku bandoreke yekser li ser ciwanan dike û derfetê dide ciwanan ku di saziyên fermî de bixebitin.

Ji Rêveberên Desteya Ciwanan û Werzîşê ya kantona Cizîrê Rama Ebdurehman, diyar kir ku "Ciwan dixwazin bi awayekî atkîv tev li sazkirina destûra nû bibin ku hebûna wan xurt bike û derfetê bide wan ku rola xwe di warên siyasî, aborî û hwd din bi pêş bixe."

‘Berê rola ciwanan hatibû paşguhkirin’

Rama wiha dewam kir, "Di dema desthilatdariya rejîma berê de, rola ciwanan hatibû paşguhkirin. Me dixwest ku roleke me ya mezintir û bibandortir hebûya. Em niha hêvî dikin ku rola xwe bêhtir çalak bikin û rastiya ciwanan di hemû warên xebatê de bi pêş ve bibin, tevlî avakirina Sûriyeyek pirrengî, demokratîk û nenavendî bibin, ku tê de ciwan rolek bingehîn û girîng pêk bînin."

‘Roleke sereke ya ciwanan heye’

Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya kantona Cizîrê Emîne Mihemed got: "Ji bo qonaxa bê, enerjiya mezin a ciwanan pir girîng e. Divê em di avakirina Sûriyeya nûjen de xwe bispêrin enerjiya ciwanan. Ew hêmana bingehîn in ku divê telî pêşxistina civakê û ji nû ve avakirina saziyên wê bibin. " Emîne ev li gotinên xwe zêde kir, "Di xebatên ji nû ve avakirina civakê de roleke sereke ya ciwanan heye. Em dûrxistina ciwanan an jinên ciwan di xebatên avakirina Sûriyeya nû de qebûl nakin. Ew kevirê bingehîn ê avakirina Sûriyeya nû ne. Piştgirî û bihêzkirina ciwanan dê bibe aramiya welat û pêşketina demokratîk."ANHA/REQA

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.