Peymana 10’ê Adarê tê binpêkirin

Sêşem 2 Îlon 2025 - 03:10

Jinên Til Temirê li hember hewldana çeteyên ku xwestin bi dizî bikevin bajarê wan, nerazîbûn nîşan dan û gotin:” Peymana 10’ê Adarê tê binpêkirin.”

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên xwe didomîne. Tifaqa ku di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlûm Ebdî û Ehmed El-Şara de di 10’ê Adarê de hatibû îmzekirin, tê binpêkirin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku şevê din xwestin bi dizî bikevin gundê Til El-Lebenê, rastî bersîvdayina şervanên Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê hatin û neçar man ku paşve bikişin.

Jinên Til Temirê ku li hember van bertek nîşan dan, têkildarî mijarê nerazîbûna xwe vegotin.

Esrar Nemê balkişand ser êrîşên dagirkeriya Tirk û got ku ev êrîş ranewestiyane, bi gelek rê û rêbazan berdewam dikin.

Esrar Nimê balkişand ser zextên ku dewleta Tirk a dagirker li ser hevdîtinên ku di navbera QSD’ê û HTŞ’ê de çêdike jî. Esrar Nimê anî ziman ku armanca dewleta Tirk, têkbirina tifaqa 10’ê Adarê ye û wiha got: “Dixwaze hemû hevdîtin û hewldanên çareseriyê têk bibe.”

Ebîr Yûnis diyar kir ku ev daxwaza daketina bi dizî ya li hember gundê Til El-Lebenê, ne hewldanek ji rêzê ye. Ebîr Yûnis da zanîn ku li pey wê kîn û daxwaza pêkanîna komkujiyan, qirkirina jinan û dagirkirina axê heye. Ebîr Yûnis di dewamiya axaftina xwe de wiha got: “Armanca êrîşan ew e ku li dijî jinan komkujiyan pêk bînin, wan qetil bikin heta tecawiz û revandinê pêk bînin.”

Semer Xelîl jî di destpêka axaftina xwe de tifaqên ku di navbera QSD, HTŞ bi garantorên navdewletî û dewletên navbeynkar de hatibûn çêkirin, bi bîr xist. Semer Xelîl  diyar kir ku dewleta Tirk van tifaqan binpê dike û her êrîşên xwe yên li dijî herêmê didomîne. Semer Xelîl, bi van gotinan û banga ji bo navnetewî, dawî li nirxandinên xwe anî: “Ji lewra binpêkirina tifaqê jiyana bi hezaran kesî dike nav xeteriyan. Dewleta Tirk jî diyar e planên nû li dijî gelê herêmê û axa me amade dike. Ez bang li welatên navbeynkar dikim ku êrîşên dewleta Tirk rawestînin.”

NÛJINHA/TIL TEMIR/SORGUL ŞÊXO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.