Şandeya Jinan a Rojava civiya
Sêşem 30 Îlon 2025 - 16:10
- Şandeya Jinan a Rojava li Zurîhê bi rêxistinên jinan re civiya û ji bo çareseriya demokratîk a li Sûriyeyê banga piştevaniya navneteweyî kir. Şandeyê bal kişand ser rola Swîsreyê ya ji bo mafên mirovan û demokrasiyê û peyama "divê hîn aktîftir bibe" da.
Şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Zurîh ê Swîsreyê bi rêxistinên jinan û komên piştevaniyê re civiya. Şandeyê têkildarî têkoşîna jinan, ezmûna xweseriyê û lêgerîna çareseriya demokratîk peyam dan.
Şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di saetên nîvro de beşdarî weşana taybet a Radyo Lora bû û têkildarî geşedanên li Sûriye û Rojava agahî dan. Endamên şandeyê destnîşan kirin ku armanca serdanên li Ewropayê, tevkariya ji bo “avakirina Sûriyeyek demokratîk e”.
Di saetên şevê de şande tevlî civîna li Feministisches Streikhaus (Mala Grevê ya Femînîst) bû. Şandeyê bi organîzasyona Komîteya Rojava, Meclîsa Jinan a Beriyan û Pira Xwişk-Biratiyê ya Zurîh-Amed geşedanên li herêmê ragihand.
Şande ji Hevseroka Meclîsa Jinan Emîne Omer, Berdevka Meclîsa Jinan a Sûriyeyê Muna El Yusif, Berdevka Civata Jinan a Zenûbiya Şehrezad El Casim, endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên û rêvebera Yekîtiya Jinên Suryanî Jorjêt Bersûm pêk tê. Delegasyonê têkildarî rola jinan, ezmûna xweseriyê û xeteriyên siyasî nirxandin kir.
Şandeyê hevdîtinên xwe yên li Ewropayê jî ragihand û anî ziman ku gelek welat naxwazin meseleya Kurd bikin rojev, lê belê mijar bi taybetî ji Tirkiyeyê li ser rojeva navneteweyî hatiye rûniştandin. Delegasyonê îşaret bi rola Swîsreyê ya têkildarî mafên mirovan û demokrasiyê kir û got, “Zexteke erênî heye, lê belê Swîsre niha li cihê rast nîne.” NAVENDA NÛÇEYAN