Tirkiye û Qeter danûstendinan asteng dikin
Çarşem 10 Îlon 2025 - 16:15
- Lêkolînerê Siyasî Dr. Ibrehîm Muslim destnîşan kir ku destwerdana Tirkiyeyê parçebûna li Sûriyeyê zêdetir dike û wiha got: “Ev dibe rewşeke nû ava bike. Ev siyaset dê bandoreke neyînî li ser tevahî civaka Sûriyeyê bike. Wê parçebûnan zêde bike û rê li ber nakokî û şerên nû veke.”
Lêkolîner û siyasetmedar Dr. Ibrehîm Muslim da zanîn ku destwerdana derve xeta danûstendinên di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê asteng dike û got destwerdana herî zêde zirarê dike ji Tirkiyê û Qeterê tê.
Muslim, da diyarkirin ku berjewendiyên herdû dewletan di yek riyê re derbas dibe, ew jî têkbirina ezmûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û QSD’ê ye, naxwazin ev ezmûn bikeve siberoja Sûriyeyê.
Muslim da zanîn ku dewleta Tirk her hewl dide li Sûriyeyê piştgiriya xeta tevgera Ixwan Misliman bike û wiha got: “Ixwan Misliman li dijî pirojeya demokratîk a Sûriyeyê ne. Qeter jî piştevaniya xeta cîhada islamî dike. Ev xet bi tu awayî fikrê demokratîk qebûl nake.”
Derbarê vê destwerdanê de Lêkolîner û siyasetmedar Dr. Ibrehîm Muslim destnîşan kir ku ev destwerdana Tirkiyeyê parçebûna li Sûriyeyê zêdetir dike û wiha dom kir: “Ev dibe rewşeke nû ava bike. Xerîteyên nû li Rojhilata Navîn ava dike. Ev tê wateya hîn zêdetir parçebûn pêk were. Ev siyaset dê bandoreke neyînî li ser tevahî civaka Sûriyeyê bike. Wê parçebûnan zêde bike û rê li ber nakokî û şerên nû veke.” ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN/GÎVARA ŞÊX NÛR