Li Reqayê 5 DAÎŞ’î hatin girtin
În 5 Îlon 2025 - 03:15
5 çeteyên DAÎŞ’ê ku hate ragihandin amadekarî dikirin ji bo êrîşî navendên leşkerî, sivîlan û saziyên xizmetê bikin, ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD’ê ve bi operasyoneke hevpar hatin girtin.
Têkildarî mijarê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatine parvekirin: "Hêzên me yên Yekîneyên Dij Terorê bi hevkariya Hêzên Taybet ên Ewlekariya Hundurîn li gundê Kesrat ê başûrê Reqayê oprasyoneke taybet pêk anîn.
Oprasyon piştî êrişa xwekuj a çeteyên DAIŞ’ê ku ji aliyê hêzên me hatibû têkbirin, pêk hat.
Piştî têkbirin û bê bandorkirina êrişê, hêzên me gelek xebatên şopandin û lêkolîn kir, dûre dest bi operasyonê kir.
Operasyon serkeftî derbas bû û me 5 çeteyên ku amadekariyên xwe dikirin ji bo ku êriş navendên leşkerî, sivîl û saziyên xizmetguzariyê bikin, girtin.
Di operasyonê de gelek çek, cebilxane û amûrên teknîkî bi çeteyan re hatin desteserkirin."
NAVENDA NÛÇEYAN