Îdîayên wezîrê Tirk derew in!

În 7 Mijdar 2025 - 03:40

Medyaya girêdayî desthilatê ji destpêka berxwedana Tevgera Azadiyê heya îro bi sedan nûçe û senaryoyên derewîn nivîsîne. Di valakirina bi hezaran gundên bakurê Kurdistanê de jî bi sedan nûçeyên derew ên weke ‘Tevgera Azadiyê gund vale kir, ‘Tevgera Azadiyê gund şewitand’ bi rêya rojnameyên xwe parve kir. Herî dawî Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî Alparslan Albayrak 2 roj berê li ser medyaya dijîtal dîmenek weşand. Kesekî alîgirê AKP’ê di dîmen de digot ku gundê Berê Mirê (Guleşlî) di sala 1994’an de ji aliyê PKKê ve hatiye valekirin. Gundiyan destnîşan kirin ku Hêzên Artêşa Tirk gundê wan vala kiriye. Ji ber ewlehiyê nexwestin ji kamerayê re biaxivin. Her çiqas Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî Alparslan Albayrak agahiyên şaş û bêesil bi awayekî bi dîmen parve kir jî, gundiyan ew agahî derewandin û diyar kirin ku ew agahî derew in. Gundiyên gundê Berê Mirê anî ziman ku leşkeran gundê wan vala kiriye. Gundê Berê Mirê di 1990’an ji Çiyayê Gabarê bi destê hêzên artêşa Tirk hate valekirin. Di Gulana 1994’an piştî ku 9 cerdevanan çek danîn leşker ji gund derdikevin. Piştî buyerê bi çend rojan balafirên şer bi hinceta endamên PKK’ê di nava gund de ne derdora gund bomberan dikin. Bi taybetî jî Çiyayê Bizinan û Newala Kuştiya dibe hedefa balafirên şer.

3 welatî bi îşkenceyê hatin girtin

Di serdegirtinên malan de welatiyên bi navê Sabrî Yilmaz, Hamît Yilmaz û Abdûrrahîm Kûrtay bi îşkenceyê tên binçavkirin û piştre wan dişinin girtîgehên navçeya Hezexê ya Şirnexê û navçeya Midyatê ya Mêrdînê. Di van êrîşan de gelek malên gund zerar dibînin û şêniyên gund ku ji 36 malan pêk tê neçar dimînin ku koç bikin. Tevahiya şêniyên gund di navbera 3 rojan de destpêkê mişextî gundê Darayê yê di nava Çiyayê Gabarê de dibin.

Xwestin gundiyan bikin cerdevan

Şêniyên gund bi derfetên xwe li gundê Darayê kon vedan û 6-7 mehan di konan de bi cih bûn. Lê leşkeran dîsa zext li wan kirin. Piştî demekê cerdevan û leşker bi ser gundê Darayê de digirin û zordariyê li şêniyên gundê Berê Mirê dikin ku bibin cerdevan. Li ser vê zordestiya leşkerên TSKê bi qasî 10 kesan dibin cerdevan û şêniyên din li bajarên weke Sêrt, Şirnex û Cizîrê belav bidin. Ji sala 1994’an heya sala 2020an li derdora gundê Berê Mirê qeleqol an jî qereqol nehatine avakirin û piştî ku ji aliyê TPOyê ve li Çiyayê Gabarê petrol tê dîtin artêşa Tirk dest bi çêkirina qeleqolan dike. Niha li tevahiya gund qeleqol hatine avakirin û li gelek deverên gund jî kamera hatine bicihkirin. Ev agahiyên ku heya niha me parvekirina yek bi yek ji devê şêniyên gundê Berê Mirê yê girêdayî Şirnex hatine wergirtin û şêniyên gund derbarê dîmena Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî parvekiriye de jî gotin ku ew agahî hemû derew in û ji bo derketina ji gund tu dem anons an jî bangewaziyek nehatiye kirin.

AW/NEDÎM ORUÇ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.